Şêwirmendê Erdogan: Ji bo pêvajoyê dikare yasayeke demkî û taybet were amadekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Mehmet Uçum di nivîseke xwe de behsa qonaxa derbasbûnê ya pêvajoya çareseriyê kir û ragihand ku ji bo wê qonaxê dikare yasayeke demkî, taybet û yekane were derxistin.
Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum li ser hesabê xwe yê Xê nivîseke xwe ya taybet a li ser pêvajoya çareseriyê û qonaxa çekdanîna PKKyê de belav kir.
Mehmet Uçum di qonaxa veguhastinê ya pêvajoya çareseriyê de ku hikûmetê navê wê kiriye "Tirkiyeya Bê Teror" pêşniyar kir ku "yasayeke taybet, demkî û yekane" were amadekirin.
Uçum diyar kir ku piştî temambûna pêvajoya veguhastinê, berfirehbûn û kûrkirina qada siyaseta demokratîk wekî qonaxeke reformê dê pir bi bandortir bikeve meriyetê û got:
"Taybetmendiya herî girîng a pêvajoya derbasbûnê amadekariya vê qonaxê ye."
Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku pêvajo bi paradîgmaya nû ya Erdogan 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an di vekirina Parlamentoyê de dest pê kiriye û anî ziman:
"Bi tevgerên pêşeng ên birêz Bahçelî yê ku xwedî tecrube û zanyariyeke mezin e, pêvajoya derbasbûnê Çiriya Pêşîn a 2024an bi awayekî fermî wekî polîtîkayeke dewletê dest pê kir.
Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Ocalan a 27ê Sibata 2025an jî di pratîka pêvajoya derbasbûnê de bû yek ji gavên mezin û dîrokî.”
Wate û fonksiyona banga Ocalan û çend xalên sereke
Uçum di nivîsa xwe de bal kişand ser wate û fonksiyona banga Ocalan û çend xalên sereke rêz kirin:
“Wate û Fonksiyona Banga Abdullah Ocalan:
Taybetmendiya sereke ya bangê: Ji ber ku ne li gorî rastiya objektîf e, dev ji daxwazên statuyê bi temamî hatiye berdan.
Armanca sereke ya bangê: Yekbûna bi dewlet û civakê re ye. Nêzîkatiya yek dewlet û yek netewe stûna sereke ya bangê ye.
Qada bangê: Hemû hêman û pêkhateyên PKKyê yên li herêmê, tevî Sûriyeyê û yên li Ewropayê di vê çarçoveyê de ne.
Rêbaza têkoşînê di bangê de: Siyaseta demokratîk hatiye pejirandin. Tu rêyeke din weke rewa nayê qebûlkirin.
Perspektîfa bangê: Ji bo gihîştina demokrasiyeke bipêşketîtir siyasetkirin hatiye destnîşankirin.”
Şêwirmendê Erdogan behsa hinek taybetmendiyên qonaxa çekdanînê jî kir û got:
“Tirkiye di warê tasfiyekirina pratîkên terorê yên bi referansên îdeolojîk de modelek pêvajoya derbasbûnê ya orîjînal pêk tîne.”
Li gorî Mehmet Uçum beşek ji taybetmendiyên “modela Tirkiyeyê.” ev in:
“Taybetmendiyên Modela Pêvajoya Derbasbûnê ya Tirkiyeyê:
Pêvajoyeke veguhastinê ya bê şert û merc û bê dan û standin hatiye armanckirin.
Rêxistin ji ber bêwatebûna îdeolojîk û dubarekirina rastiyê, li gorî îradeya damezrênerê xwe biryara fesihkirin û çekdanînê daye.
Pêvajoya veguhastinê gihîştiye qonaxekê ku amadekariyên yekbûna civakî tên kirin û gavên berdewamiya wê tên avêtin.
Bandora piştî terikandina terorê û fesihbûna rêxistinê, dê wekî ramanên nû û aktorên nû li qada siyaseta demokratîk werin dîtin.
Piştî ku pêvajoya veguhastinê temam bibe, berfirehbûn û kûrkirina qada siyaseta demokratîk wekî qonaxek reformê dê pir bi bandortir bikeve meriyetê.
Taybetmendiya herî girîng a pêvajoya derbasbûnê amadekariya vê qonaxê ye.”
Uçum di nivîsa xwe de behsa beşek ji pêwîstiyên qonaxa derbasbûnê jî kir û da zanîn:
"Li gorî rewşa heyî, bi biryara fesixkirin û çekdanînê re hat ragihandin ku çalakiyên terorê yên aktîf û yên piştgiriyê yên bi PKKyê ve girêdayî xilas bûne."
Li gorî Uçum pêwîstiyên qonaxa derbasbûnê jî ev in:
“Pêwîstiyên Qonaxa Derbasbûnê:
Di qonaxa yekem de divê hinek tedbîrên rûbirûbûna terorê yên li dijî hêmanên terorê yên çalak û girêdayî û piştgiriyê didin PKKyê di ber çavan re bên derbaskirin.
Bê guman ev yek di warê karûbarên îdarî û tedbîran de, tevî qeyûman, ji aliyê saziyên peywendîdar ên rêveberiyê ve tê kirin.
Pêvajoyên darazê, tevî girtinê, hemû tedbîr û statûyên heyî ji aliyê desthilatdarên darazê ve tên lêkolînkirin.
Di nav sînorên hiqûqî de, li gorî rewşa heyî dê çi pêşketin çêbibin, ev mijarek e ku saziyên peywendîdar dê li ser rawestin.
Ya girîng ew e ku ev qonaxa nirxandinê bi mercê piştgirîdayîna pêvajoya derbasbûnê were kirin.”
Uçum di nivîsa xwe de amaje bi yasayeke taybet a derbarê qonaxa derbasbûnê jî da û got:
"Pêşniyara yasaya pêvajoya derbasbûnê ya ku derketiye holê, qebûleke fireh dibîne."
Taybetmendiyên sereke yên yasaya qonaxa derbasbûnê
Li gorî Uçum beşek ji xal û taybetmendiyên sereke yên yasaya qonaxa derbasbûnê ev in:
“Yasaya Qonaxa Derbasbûnê:
Pêvajoyeke derbasbûnê ya ji derveyî rûtînê heye.
Komîsyona Parlamentoyê li gorî pêwîstiyên yasayî dikare polîtîkayên hiqûqî pêşniyar bike.
Komîsyon dikare bi sê ji pêncan dengan, wate bi piraniya reha, biryarê bide.
Hiqûqa qonaxa derbasbûnê ya ji derveyî rûtînê nikare bi nêzîkatiyên rûtînî were nirxandin.
Îro rewşek heye ku rêxistinê xwe fesih kiriye û qonaxa çekdanînê dest pê kiriye.
Divê li gorî vê rewşê sererastkirineke yasayî were kirin.
Eger navê teknîkî cuda be jî em dikarin bêjin yasaya derbasbûnê.
Dikare yasayeke yekane, demkî û taybet were çêkirin.
Divê yasa mijarên pêwîst ên weke beşdariya jiyana civakî û aborî, hiqûqa yekbûnê, hiqûqa ceza û înfazê û hiqûqa civakî li xwe bigire.
Pir girîng e ku ev yasa bi lez û bi lihevkirineke berfireh were kirin.
Divê yasaya derbasbûnê ne li dijî destûrê be.
Guncavbûna yasayê ya ji bo hestiyariyên neteweyî û xetên sor li derveyî nîqaşê ye.”