Çima Partiyên Kurdistanî di pêvajoya çareseriyê de cih nagirin?
Stenbol (Rûdaw) - Partiyên Kurdistanî rexne li pêvajoya çareseriyê girt û diyar kir ku ew ji pêvajoyê hatine dûrxistin û nabe ku qedera Kurdan li pişt deriyên girtî bê nîqaşkirin.
Weqfa KURT-KAVê ku li Tirkiyeyê yekemîn sazî ye bi fermî navê Kurdî tê de derbas dibe, li salona otêleke li Taksima Stenbolê konferanseke bi navê “Kurd di Pêvajoya Aştiyê de li ku cih digirin?” li dar xist.
Konferansa ku ji 2 rûniştinan pêk hat akademîsyen, nivîskar û serokên partiyên Kurdistanî behsa rewşa dawî ya pêvajoya çareseriyê kirin.
“Qedera 30 milyon Kurd li pişt deriyan tê gotûbêjkirin”
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk anî ziman ku pêvajo bi awayekî veşartî dimeşe û got:
“Pêvajo ji roja ewil heta îro li paş deriyan, bi awayekî veşartî dimeşe.
Heke mesele meseleya Kurdan û meseleya Kurdistanê be, nabe ku qedera 30 milyon Kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li paş deriyan, bes di navbera Ocalan û dewletê de bê guftugokirin.
Heta niha çi ji aliyê dewlet û Ak Partiyê ve, çi jî ji aliyê DEM Partiyê ve tu daxwaz û seredan ji bo me çênebûne.”
Serokên partiyên Kurdistanî yên PWK, PSK û HAK-PARê rexne li şêweya birêveçûna pêvajoyê girtin û daxwaz kir ku divê di pêvajoyê de hemû aliyên Kurd û Kurdistanî li ser maseya aştî û çareseriyê de cih bigrin.
"Meseleya Kurdan ne bes meseleya PKKyê ye"
Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel jî bal kişand ser hewlên yekîtiya Kurdan û wiha axivî:
“Pêvajoya ku li Tirkiyeyê ye li ser çekberdana PKKyê bi rê ve diçe.
Em jî vê pêvajoyê baş dibînin. Lê meseleya Kurdan bes meseleya şer û meseleya PKK nîne.
Hewlên me yên pêkanîna tifaqeke Kurdistanî didomin. Ev 2-3 sal in em li sere kar dikin.
Gelek hewlên me hene. Lê em hêvî dikin ku îsal an serê sala pêşiya me em tiştekî eşkere pêk bînin.”
Rûniştina ewil a konferansê bi moderatoriya nivîskar Ercan Îlgîn bi rê ve çû û akademîsyen Aziz Yagan û nivîskar Umît Firat gotarên xwe pêşkêş kirin.
Serokên her 3 partiyên Kurdî ku beşdarî konferansê bûne, ji Rûdawê re dan zanîn ku ji destpêka pêvajoyê heta niha ne aliyên DEM Partiyê ne jî aliyên dewlet û hikûmetê bi wan re neketine peywendiyê û li ser pêvajoyê bi wan re ti danûstandin nehatine kirin.
“Dewlet bi me re danûstandinê nake”
Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan jî destnîşan kir ku dewlet pêvajoyê wekî meseleya “terorê” dibîne û got:
“Kesên ku vê pêvajoyê îdare dikin, yanê dewlet û Parlamento bixwe jî dibêjin ev pêvajoyeke aştî û çareseriyê nîne, dibêjin ev pêvajoyeke ‘Tirkiyeya Bêteror e.’
Yanê li ser meseleya Kurdan xeber nadin. Lazim e bi aliyên Kurdistanî re biaxivin. Lê li Parlamentoyê aliyên Kurdistanî nîne.
DEM Partî jixwe serdana me nakin. Aliyên dewletê jî bi me re danûstandinê nakin.”
Rûniştina duyem a konferansê jî bi moderatoriya Siyabend Aytemur bi rê ve çû û Serokê HAKPARê Duzgun Kaplan, Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk û Serokê PSKyê Bayram Bozyel derbarê pêvajoyê de nêrîna partiyên xwe anîn ziman.
Di konferansê de hejmareke nivîskar, siyasetmedar û civaknas Mamoste Îsmaîl Beşîkcî jî amade bû.