Li bajarê Edeneyê xebatkarekî Azadiya Welat rastî êrişa çekdarî hat

14-10-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Seyhanê ya bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê, xebatkarekî rojnameya Azadiya Welat rastî êrişa çekdarî hat û bi giranî birîndar bû.

Îro li taxa Şakirpaşa ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê xebatkarê rojnameya Azadiya Welat, Kadrî Bagdu rastî êrişa kesên nenas hat.

Li gorî agahiyan, di bûyerê de fîşek li patka Kadrî Bagdu ket û bi giranî birîndar bû.

Bagdu rakirin nexweşxaneya Acibademê ya Edeneyê lê tê gotin rewşa wî baş nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst