Îdianameya doza Semra Guzel hat qebûlkirin

Hewlêr (Rûdaw) - 22yemîm Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê, îdianameya dozgeriyê ya ku ji bo Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel heta 15 salan daxwaza cezayê girtîgehê dike, qebûl kir.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, 24ê Adara 2022ê derbarê Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel ku li Parlamentoya Tirkiyê parêzbendiyê wê hatibû rakirin biryara girtînê da. Wê demê hatibû îdiakirin, ku Semra Guzel derketiye derveyî welat. Lê Guzel 3ê Îlona 2022ê li Stenbolê hat desteserkirin û piştre hat girtin.

Ofîsa Lêpirsîna Tawanên Parlamenteran a Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, derbarê Semra Guzel de bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî” bi daxwaza ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê îdianameyeke 58 rûpelî amade kir û pêşkêşî 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê kir. Dê Guzel li ser îdianemeya ku hatiye qebûlkirin bê darizandin û li ser wê bê cezakirin.

Ji aliyê din ve proseya bidawînana parlamenteriya Semra Guzel ku niha girtî ye, li parlamentoya Tirkiyê destpêkir. Li parlementoya Tirkiyê ji ber beşdarnebûna rûniştinên Lijneya Giştî ya Parlamentoyê, proseya dawîanîna parlamenteriya Guzel dest pê kiriye.

Li gor peyrewa navxwe ya Parlamentoya Tirkiyê her paramenterek ku bêyî hincetekê di nava mehekê de 5 caran tevlî rûniştinên Desteya Giştî ya Parlamentoyê nebe, ji bidawîanîna erkê wî yê parlamentoyê karûbarên yasayî tên destpêkirin.

Dîwana Serokayetiya Parlamentoya Tirkiyê jî ji ber ku Semra Guzel di mehekê de 5 caran beşdarî rûniştinan nebûye, dosyeya wê ji Komîsyona Têkel a Parlamentoyê re şandiye.

Komîsyona Têkel dê derbarê dosyeya Semra Guzel de raporekê amade bike û pêşkêşî Lijneya Giştî ya Parlamentoyê bike. Lijneya giştî dê biryara dawî derbarê bidawîanîna parlamenteriya Semra Guzel de bide.

Semra Guzel di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de wek parlamentera HDPê ya Amedê hatibû hilbijartin. Ji ber dîtina çend wêneyên wê di telefona yek ji endamên PKKê Volkan Bora de ku di êrîşeke artêşa Tirkiyê canê xwe ji dest dabû, parêzbendiya Semra Guzel hatibû rakirin û di 4ê Îlona 2022ê de hatibû girtin. Lê Guzel derbarê wan wêneyan de gotibû, “Di atmosfera erênî ya pêvajoya çareserî û aştiyê ya di navbera 2013-2015an de ku hatibû destpêkirin, mîna gelek kesên ku hewl dabûn zarok, dayîk, bav û hezkiriyên xwe bibînin, min jî hewl da ku xwe bigihînim Volkan Bora.”