RAPIRSÎ - Partiya yekem kîjan e?
Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Lêkolînê ya ALFyê encamên rapirsiya xwe ya dawî eşkere kirin.
Li gorî rapirsiyê, CHP partiya yekem e, AK Partî duyem e û DEM Partî jî di rêza sêyem de ye.
ALFyê rapirsiya xwe di navbera 6 û 9ê Çiriya Pêşîn de bi 2 hezar kesan re pêk aniye.
Kompanyayê ji beşdaran pirsa, "Eger vê yekşemê hilbijartinên parlamentoyê bêne kirin, hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?" kiriye.
Rêjeya dengên partiyan
Li gorî encamên rapirsiyê, rêjeya dengên partiyan wiha ye:
CHP: Ji sedî 33,1
AK Partî: Ji sedî 30,6
DEM Partî: Ji sedî 9,1
MHP: Ji sedî 8,5
Partiya Zaferê: Ji sedî 4,4
ÎYÎ Partî: Ji sedî 4,1
Yenîden Refah: Ji sedî 3,3
Partiya Anahtar: Ji sedî 1,8
TÎP: Ji sedî 0,9