DEM Partiyê li Edeneyê 2 malbat li hev anîn

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê 2 malbatên ku demeke dirêj e di navbera wan de alozî hebû, li hev anîn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, demek bû ku di navbera malbatên Atabey û Arslanan ên li navçeyên Seyhan û Yuregîrê yên Edeneyê de dijmintî hebû.

Rêxistinên DEM Partiyê yên her du navçeyan ji bo lihevanîna malbatan bûn navbeynkar û dest bi hewldanan kir.

Piştî hewl û gotûbêjên berpirsên DEM Partiyê endamên her du malbatan di merasîmekê de li hev hatin.

Serokê Rêxistina Seyhanê ya DEM Partiyê Sabahattîn Okuducu di merasîma lihevanînê de bal kişand ser girîngiya aştiyê û ji bo vê lihevhatinê spasiya her du malbatan kir û got:

“Hêvîdar im ev aştî bibe sedema aştiya li welêt.”

Merasîma lihevanînê bi xwarina aştiyê bi dawî bû.