Li parlamentoyê di navbera Pervîn Buldan û Turhan Çomez de nîqaşeke tund derket
Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyeyê de di navbera Wekîla Serokê Parlamentoyê Pervîn Buldan û Wekîlê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez de li ser gotina "peyamber" nîqaşeke tund derket.
Çomez, Buldan bi "peyamberiya" Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan tohmetbar kir û Buldan jî bertek nîşan da û got, "Ez ne peyamberiyê, ji bo aştiya vî welatî kar dikim."
Wekîlê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez, li Parlamentoya Tirkiyeyê bertek nîşanî axaftinên Wekîla Serokê Parlamentoyê Pervîn Buldan da ku hefteya borî rexneyên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ên derbarê zimanê medyayê de ragihandibû.
“Wezîfeya we peyamberî ye”
Çomez ji Buldanê re got, “Xatûna Serok, me dizanî ku du şewqeyên we hene. Yek jê Wekîla Serokê Parlamentoyê ye, ya din jî parlamenterî ye û hûn niha li ser kursiyê Ataturk rûniştine.”
Turhan Çomez axaftina xwe wiha domand:
“Lê hefteya borî em fêr bûn ku wezîfeyeke we ya wekî peyamhilgirtin û peyamberiyê jî heye.
We serdana Îmraliyê kir û di hevdîtinên xwe yên li wir de we peyamek da civakê.
Berpirsiyariyeke we ya wekî gihandina peyamên terorîstekî kujerê 50 hezar kesan, polîs, leşker, mamoste û cerdevanên me yên şehîd ji Tirkiyeyê re nîne. Hûn nikarin vê yekê bikin, ev gelekî şaş e.”
Piştî van gotinên Çomez alozî derket.
“Ez ji bo aştiya vî welatî dikim”
Wekîla Serokê Parlamentoyê Pervîn Buldan, bêyî ku li benda qedandina axaftina Çomez bisekine, bersiv da û got:
“Ez van gotinên we red dikim. Ti kes nikare mafekî wiha bide we.
Ez li ser vê kursiyê rûmeta mirovekî bin pê nakim û nahêlim bê binpêkirin. Ev ne mafê we ye. Hûn nikarin biaxivin.
Eger ez karekî dikim, ne ji bo peyamberiyê ye, ji bo paşeroja Tirkiyeyê, ji bo aştiya vî welatî dikim.”
Çomezê ku ji ber qutkirina axaftina xwe aciz bû, rabû ser piyan û got, "Hûn nikarin tehemûlî axaftina min bikin."
Buldanê 15 deqeyan navber da rûniştinê û wekîlên serokên komên partiyên siyasî vexend odeya civînê ya li pişt Dîwana Serokatiyê.
#VİDEO- TBMM Başkanvekili Pervin Buldan ve İYİ Partili Turhan Çömez arasında sert tartışma yaşandı
— Rudaw Türkçe (@RudawTurkce) October 14, 2025
Çömez: Geçtiğimiz hafta öğrendik ki sizin ulaklık yapmak gibi bir göreviniz varmış. Teröristin mesajlarını Türkiye'ye taşımak gibi bir sorumluluğunuz yok
Buldan: Sözlerinizi… pic.twitter.com/Cjvl0U3En9