Parlamenterê DEM Partiyê: Ji her 4 ciwanan yek dixwaze koç bike
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Yilmaz Hun bal kişand ser pirsgirêkên ciwanan û got, "Li Tirkiyeyê ji her 4 ciwanan yek, eger derfetê bibîne, dixwaze biçe welatekî din."
Li Parlamentoya Tirkiyeyê nîqaşên li ser budceya sala 2026an didomin û şeva borî budceya Wezareta Werziş û Ciwanan a Tirkiyeyê hat gotûbêjkirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Yilmaz Hun di axaftina xwe de diyar kir ku heger wiha bidome dê Tirkiye ciwanên xwe ji dest bide û tenê sala 2023yan 424 hezar ciwanan ji Tirkiyeyê koç kiriye.
Yilmaz Hun her wiha anî ziman:
“Di asta xwendina bilind de niha 8 milyon xwendekar hene lê tenê milyonek ji wan dikarin li şevîmanan bimînin.
Xwendekarên din rûbirûyê şert û mercên gelekî zehmet in.
Li gel vê pirsgirêkê, Wezaret destûrê nade birêvebiriyên herêmî ku cihan ava bikin.
Li bajarên mezin ên wekî Stenbol, Enqere û Îzmîrê, mesrefa xwendekarekî 2 qatan ji meaşê herî kêm zêdetir e.”
Li gorî amarên Saziya Amarên a Tirkiyeyê (TUÎK) sala 2024an ji sedî 22,9ê ciwanên di navbera 15-24 salî de ne dixwînin û ne jî dixebitin.
Her wiha ji sedî 16,2yê wan mêr û ji sedî 30,1ê wan jî jin in.