Hakan Fîdan û Barrack civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack li Enqereyê li hev civiyan.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, bi Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Thomas Barrack û Birêvebirê Payebilind ê Berpirsê Têkoşîna li Dijî Terorê yê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê û Şêwirmendê Payebilind ê Serok Donald Trump Dr. Sebastian Gorka re civiya.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê hatine wergirtin, Fîdan îro bi Barrack û Şêwirmendê Payebilind ê Trump Gorka re civiyaye.

Li ser naveroka civînê ti agahî nehatine dayîn.