Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Îsmet Yilmaz, li ser nexşeya Kurdistanê ya ku rojane di bûltena seqayê ya Rûdaw TV de tê belavkirin, axivî û wiha got: “Bila ji xwe re bêjin lê divê em ciddî negirin çimkî tiştekî rast nîne da ku em ciddî bigirin.”
Di çend rojên borî de, di medyaya Tirkiyê de li dijî nexşeya Kurdistanê ya ku rojane di bûltena seqayê ya Rûdawê de tê belavkirin, nerazîbûnek tund tê nîşandan.
Li gorî nûçeya televîzyona AHABERê, derheqê vê yekê de, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Îsmet Yilmaz jî nekarî hêrsa xwe veşêre û wiha got: “Beriya niha jî gellek kesan tiştên wiha gotin. Hinekan Hatay bi Sûriyê ve girêdan, hinekan Stenbol bi hinek cihên din ve zeliqandin. Jixwe her kes sêveke wî ya sor heye.”
Îsmet Yilmaz bang li wan tirkan ên ji nexşeya Kurdistanê hêrs bûne, kir û wiha got: “Bila ti kes vê yekê ciddî negire. Ji ber ku tiştekî rast nîne. Eger mirov ciddî negire wê demê bixwe bixwe ji rojevê dikeve.”
Yilmaz di dawiyê de behsa dostaniyê û biratiyê kir û wiha anî ziman: “Em bi cîranên xwe re dostaniyê dikin. Ji ber wê jî hêviya me ji cîranan dostanî, aştî û biratî ye. Gelo ev kar çiqasî dikeve xizmeta dostaniyê û biratiyê?...”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse