ROJEVA TIRKIYE - Paytext: Orşelîm e

Stenbol (Rûdaw) - Hemû rojnameyan îro manşeta xwe li ser biryara Rêxistina Hevkariya Îslamî amade kirine. Piştî ku li ser vexwendina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan konferansa wê rêxistinê li Stenbolê birêve çû çavê cîhanê jî veguhezî bo vî bajarî. Konferans bi beşdariya 56 welatan bi dawî hat û encamnameya wê jî ji raya giştî re hate eşkerekirin.


Li gorî encamnameyê rojhilatê Orşelîm (Quds) weke peytexte Filîstînê hate pejirandin. Encamnameya konferansê ji aliyê Serokomarê Tirkiye Erdogan ve hate aşkerekirin.


Erdogan di gotara xwe de careke din Îsraîl weke dewleteke terorî biniavkir û tawanên giran jî li Serokê Amerîkayê Donald Trump girtin. Erdogan bang li hemû welatan jî kir da ku vê biryarê pesed bikin.


Manşetên rojnameyan jî bi piranî li ser vê mijarê ne.

 

Manşet:

 

Hurriyet: Li Stenbolê biryara dîrokî

 

Rojnameya Hurriyerê wiha behsa civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî kir: Ji 56 welatên ku li ser banga Tirkiye li Stenbolê hatin ba hev daxuyaniya hevpar: “Em wê yekê piştrast dikin ku Filîstîn dewleteke serbixwe ye û bang li hemû welatan jî dikin da ku Urşelim ya ku di bin dorpêça Îsraîlê de ye weke peytexta dewleta Filîstînê nasbikin.”

 

Sabah: Rojhilatê Qudsê peytexta Filîstînê ye

 

Rojnameya Sabahê jî ev mijar wiha ragihand: Biryara dîrokî ji konferansa rêxistina hevkariya îslamî derket. Rojhilatê Qudsê kû di bin dorpêça Îsraîlê de ye peytexta dewleta Filîstinê ye.

 

Milliyet: Quds Peytext e

 

Rojnameya Milliyetê nivîsandiye: Rêxistina Hevkariya Îslamî Quds ku di dorpêça Îsraîl de ye weke peytexta Filîstînê qebûl kir.

 

Haber Turk: Quds Peytext e

                           

HaberTurkê jî heman mijar bi vî awayî da: Alema îslamê li ser banga Erdogan li hemberî birayara Trump bû yek. Rojhilatê Qudsê ku bin dorpêça Îsraîlê de ye weke peytexta Filîstînê hate qebûlkirin.

 

Posta: Biryara Dîrokî

 

Rojnameya Postayê jî nivîsandiye: Rêxistina Hevkariya Îslamî ya ku li Stenbolê civiya ew biryar girtin: Rojhilatê Qudsê peytexta dewleta Filîstînê ye. Erdogan jî got biryara Trump biryareke hêç nebûyî ye. Êdî ewê bixwe lêxe û bixwe bilîze.

 

Star: Quds peytexta Filîstînê ya di bin dorpêça Îsraîl de ye

 

Rojnameya Starê jî di manşeta xwe de gotiye: Welatên îslamî yên ku li ser vexwendina Erdogan li Stenbolê civiyan cara ewil helwesteke hevpar nîşan dan û berteg nîşanî dagirkeriyê dan. Di lûtkeya dîrokî de Rojhilatê Qudsê weke peytexta Filîstînê hat naskirin û ji bo naskirina zêdetir jî bangî cîhanê hate kirin.

 

Karar: Biryara heta hetayê Quds

 

Rojnameya Karaj dibêje: Piştî biryara Trump ya kaosê bi hefteyekê welatên îslamî li Stenbolê kombûn û raihandin ku Rojhilatê Qudsê peytexta Filîstînê ye. Serokomar Erdogan û serokdewletê Filîstînê Mahmûd Abbas peyamên tund dan DYAyê: Êdî nikare li maseya aştiyê rûne.

 

Yenî Şafak: Quds peytexta Filîstînê ye

 

Rojnameya Yenî Şafakê jî li ser mijara navborî nivîsandiye: Serkirdeyên welatên misilman ên ku li ser vexwendina Erdogan hatin Stenbolê biryareke dîrokî girtin. Rojhilatê Qudsê weke peytexta Filîstînê hate eşkerekirin. DYA li ser biryara xwe hate şermezarkirin û dê biryar biçe Neteweyên Yekbûyî.

 

Yenî Birlîk: Erdogan kir ku bêjin erê

 

Yenî Birlik nivisandiye: Rêxistina Hevkariya Îslamî ku li Stenbolê civiya rojhilatê Qudsê weke peytexta Filîstînê eşkere kir. Tê nirxandin da ku Erdogan serkirdayetiya rûdaneke dîrokî kiriye û wî bi zîrekî biryara ‘erê’ bi wan daye qebûlkirin.

 

Akşam: Cîhan ji Amerîkayê mezintir e

 

Rojnameya Akşamê jî vê mijarê wiha pêşkêşî xwînerên xwe dike: Îsraîl ya ku nikarî tişta ku dixwest ji Ewropayê werbigire, kulmek jî ji Rêxistina Hevkariya Îslamî ya ku li ser vexwendina Tirkiye li Stenbolê kombû xwar. Rojhilatê Orşelim peytexta Filîstînê ye.

 

Guneş: Quds peytexta Filîstînê ye

Turkiye: Quds peytexta Filîstînê ye

Cumhuriyet: Bo Trump resta Qudsê

Akît: Rojhilatê Qudsê peytexta Filîstînê ye

Mîllî Gazete: Orşelim yek e nayê perçekirin

Vatan: Biryara Dîrokî

Takvîm: Tifaqa Qudsê

Ortadogu: Rojhilatê Qudsê peytexta Filîstînê ye

Mîlat: Quds peytexta me ye

Dîrîliş Postasi: Rojhilatê Qudsê peytexta Filîstînê ye

Yenî Soz: Emê xayîntiya we ji bîr nekin.

 

 

Amerîk: Tirkiye ew welat e ku piştgiriya tundrawiyê dike

 

Roja ku Rêxistina Hevkariya Îslamî li Stenbolê kom bû û ew biryar da, ji Amerîkayê jî gaveke balkêş hate avêtin. Amerîka cara ewil Tirkiye di nava lîsteya welatên ku piştgiriya rêxistinên tundraw dike de cîh girt.

 

Şêwirmendê Trump yê ewlehiyê û Serfermendarê Amerîkayê ragihand ku Tirkiye û Qetar herdû welatin ku piştgiriya grûbên radîkal ên weke Îxwanê dikin û got AK Partî Tirkiye ji cîhana rojavayî bi dûr dixe.

 

Doza Demîrtaş

 

Yek ji dozên ku li hemberî Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş hatiye vekirin li Stenbolê destpê dike. Doza Demîrtaş di seat 14.00an de li 26mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê birêve diçe. Parlementer û rêvebirê HDP jî beşdarî doza Demîrtaş dibin.

 

4 Midûrên MİTê di destê PKKê de ne

 

Parlementerê CHP yê Îzmirê Mûstafa Balbay eşkere kir ku 4 midûrên MÎTê di destê PKKê de rehîn têne girtin.

 

Parlemenê ceza da Baydemîr

 

Parlementerê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr li parlementoya Tirkiye destê xwe dabû ser dilê xwe û gotibû ‘Kurdistan ev der e’. Li ser vê yekê parlementoya Tirkiye cezayek da Baydemîr. Li gorî vê dê Baydemîr nikaribe beşdarî du danişînên li parlemenê bibe.


CPJ: Tirkiye ew welate ku herî zêde rojnameger girtî ne

Komîteya Parastina Rojnamegeran ya Navdewletî ragihand ku li Tirkiye 262 rojnameger di girtîgehê de ne. Herwiha di daxuyaniyê Tirikye di rêza yekê de hate nîşandan ku herî zêde rojnameger girtî ne.

 

Doza Kemal Korkût li Amedê destpê dike

 

Ciwanê bi Navê Kemal Korkût di Newroza 2017an de li Amedê ji alî polîsan ve hatibû kuştin. Doza Korkût li Amedê destpê dike û kujêrê wî cara ewil derdikeve ber dadgehê.