Hakan Fîdan: Dibe ku ji bo me rîska herî mezin li başûrê Sûriyeyê be
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got, "Dibe ku ji bo me rîska herî mezin li başûrê Sûriyeyê be."
Hakan Fîdan di weşana zindî ya TVNETê de bersiv da pirsên li ser rojevê û behsa rewşa Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê kir.
Fîdan diyar kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û tîma wî di nav hewldana "şekildayîna herêmê" de ne û got ku Îsraîl polîtîkayekê dimeşîne ku ewlehiya xwe li ser bêewlehiya kesên din ava dike.
"HSD cesaretê ji Îsraîlê werdigire"
Hakan Fîdan bal kişand ser rewşa HSD û Sûriyeyê û got, "Gelo HSD cesaretê ji Îsraîlê werdigire? Teqez werdigire."
Fîdan îdia kir ku HSD ti carî bi mixalefetê re li dijî Esed tevnegeriyaye û got:
"Meseleya neçûna Esed ne tenê daxwaza Rûs û Îraniyan bû. Îsraîliyan jî nexwest ew here."
Peymana 10ê Adarê: "Divê alî erkên xwe bi cih bînin"
Fîdan diyar kir ku êdî dîtineke cuda ya birêvebiriya Trump û siyaseta Amerîkayê li ser paşeroja Sûriyeyê heye û wiha axivî:
"Niha li vir divê HSD dev ji cihê ku lê rawestiyaye berde, di demeke herî nêzîk de bi rêveberiya Şamê re li hev bike û di çarçoveya Peymana 10ê Adarê de alî erkên dikeve ser milê wan bi cih bînin."
Fîdan diyar kir ku ev yek ne tenê ji bo aramiya Sûriyeyê, ji bo Tirkiye, Îraq û Urdinê jî girîng e.
Wî her wiha anî zimên ku ew han didin ku pêvajoya di navbera rêveberiya HSD û Sûriyeyê de bi diyalog û aştiyê çareser bibe.
"Divê HSD pêvajoyê dirêj neke"
Fîdan destnîşan kir ku DAIŞ êdî bûye "bûyereke gelekî biçûk" û ne di wê rewşê de ye ku metirsiyeke sîstematîk çêbike.
Fîdan got, "Divê HSD di vê xalê de çi bi hinceta DAIŞê, çi bi hincetên din êdî pêvajoyê dirêj neke" û wiha pê de çû:
"Ez binê vê xêz dikim, li vir ne tenê mijareke têkildarî ewlehiya Sûriyeyê heye, ev mijareke têkildarî Tirkiyeyê ye.
Ev baskên PKKyê yên li wir in û pêvajoyeke ku PKK niha bi Tirkiyeyê re dimeşîne heye.
Biryara xwefesixkirinê heye. Em dixwazin bandora vê biryarê ne tenê di nav sînorên xwe de, li derveyî sînorên xwe jî bibînin."
Fîdan diyar kir, "Heta ku li wî aliyê sînor hêzên çekdar ên bê kontrol, hêzên terorê hebûna xwe bidomînin, ev dibe DAIŞ, dibe PKK, DHKP/C an komên din, hebûna wan a çekdarî ji bo me pirsgirêka ewlehiyê ye."
Fîdan anî zimên ku pirsgirêka wan bi metodolojiyên siyasî re heye ne bi îdeolojiyên siyasî re û got:
"Dema hûn hewl bidin rojeva xwe bi rêya çekan bimeşînin ev êdî nabe pirsgirêka demokrasî û azadiya ramanê."
"Pêvajo gelekî şefaf û baş dimeşe"
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê li ser pêvajoya ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye jî got, "Pêvajo gelekî şefaf û baş dimeşe."
Fîdan diyar kir ku pêvajoya bi daxwaza Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û îradeya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dest pê kiriye, ji bo aştiya civakî derfeteke girîng e û got:
"Niha li vir neyeksaniyek heye, nîqaşeke bi vî rengî ya aliyê din tune. Rêxistin li ser vê mijarê çi difikire, dê çi bike.
Her kes gavên ku ji Tirkiyeyê tên çaverêkirin tîne zimên lê em hevokekê jî nabihîzin ku rêxistin dê çi bike. Divê ev rewşa nezelal bê çareserkirin."
"Eger şerê te yê îdeolojîk hebe divê tu bi siyasetê bimeşî"
Fîdan, xîtabî PKKyê kir û got, "Tu dê dev ji çekên xwe berdî û jiyana xwe di nav sînorên siyasî yên rewa de bidomînî.
Eger şerekî te yê îdeolojîk hebe, ez beşdar nabim lê dibe ku hebe, divê tu bi siyasetê rêya xwe bidomînî."
Fîdan wiha hişyarî da: "Eger tu bi siyasetê na, bi çekan rêya xwe bidomînî tê bi çekan bersivê bibînî. Bersiva vê ev e."
"Tirkiye welatê herî demokratîk e"
Hakan Fîdan îdia kir ku Tirkiye li herêmê welatê herî demokratîk e ku Kurd lê dijîn û got:
"Dema jîngeheke wiha li Tirkiyeyê hebe, dema welatê herî demokratîk ê herêmê be, Tirkiye welatê herî demokratîk e ku Kurdên herêmê lê dijîn lê tenê welatê ku têkoşîna çekdarî lê tê dayîn jî Tirkiye ye. Divê ev tiştekî bibêje.
Tu vê li dijî Îraqê nakî, li dijî Îranê nakî, li dijî Sûriyeyê û rejîma Esed nakî.
Karê te bi ti sîstema ne demokratîk re tune lê tu ti pirsgirêkê nabînî ku çekan bikşînî ser welatekî, gelê wî, artêşa wî û parlamentoya wî ku ev têkoşîn di nav xwe de daye destpêkirin, qedandiye û berdêla wê daye."
"Rêberê rêxistinê ev rastî dîtibû"
Fîdan PKK tohmetbar kir ku "ne bi îradeya xwe, bi tifaqên herêmî û gerdûnî re kar dimeşîne" û got:
"Rêberê rêxistinê di girtîgehê de ev rastî dîtibû. Wî ew rastî gelekî berê dîtibû. Sala 2013an ev bang kiribû.
Lê wê demê Sûriye kirin hincet, welatên din ên herêmê ketin hişê birêvebirên li çiyê û ew pêvajo wê demê qedandin."
"Rîska herî mezin li başûrê Sûriyeyê ye"
Fîdan li ser rexneyên "rêveberiya heyî li tevahiya Sûriyeyê ne serdest e" ku carinan li Ewropa û Amerîkayê derdikevin pêş wiha axivî:
"Em difikirin ku Sûriyeyê ev yek bi piranî temam kiriye. Niha li herêmên di bin kontrola HSDyê de qada pirsgirêkê heye.
Divê ew di çarçoveya Peymana 10ê Adarê de were çareserkirin.
Her wiha li Başûr, bi taybetî meseleya Başûr gelekî girîng e. Niha dibe ku qada me ya rîskê ya herî mezin ew e.
Ne ji ber ku pirsgirêka li Başûr bi tena serê xwe rîskeke gelekî mezin çêdike. Ew jî mijareke ku dikare were birêvebirin.
Ji ber ku Îsraîlê midaxeleyî wê kiriye qadeke rîskê derketiye holê. Pêwîst e ev qada rîskê gelekî baş were birêvebirin.
Çimkî dikare rîskên mezintir jî bi xwe re bîne. Ev jî mijarek e ku em ji nêzîk ve dişopînin."