Alîkarê Davutoglu rastî êrişê hat: Bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê, Selçuk Ozdag li pêş mala xwe li Enqerê rastî êrişê hat.

Selim Temurcî, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye, hejmarek kesan li ber mala wî, bi çek û dar êrişî Selçuk Ozdag kirine û niha ew rakirine nexweşxaneyê.

Temurcî êrişa li ser Selçuk Ozdag weke “êrişeke qirêj” bi nav kiriye û diyar kiriye, ew vê êrişê şermezar dikin û daxwaz dikin, kesên êrişkar di demeke nêzîk de bên girtin, radestî dadgehê bên kirin û bên cezakirin.

Selim Temurcî herwiha gotiye: "Em dê têkoşîna xwe li dijî tirsonekan û necamêran bê rawestan bidomînin."

Li gor zanyariyên ku li ser medyayên civakî hatine belavkirin, komeke pênc kesî êrişî Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê, Selçuk Ozdag kirine.

Di êrişê de Selçuk Ozdag ji serê xwe birîndar bûye û niha ew li nexweşxaneyê tê dermankirin.