Polîsan midexaleya çalakiya Enes Kara kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Meydana Taksîmê ya Stenbolê rêxistinên ciwanan û xwendekarên zanîngehê şeva borî bi armanca nerazîbûna dijî beşê navxwe yê cemaetan ku Enes Kara li Xarpêtê xwe kuştibû çalakî kirin û di encama midexaleya polîsan de 83 kes hatin desteserkirin.
Li Kolana Istîklalê ya Taksîmê xwendekar û endamên rêxistinên ciwanan kom bûn û bûyera xwekuştina xwendekarê Beşa Pizîşkî ya Zanîngeha Firatê li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê protesto kirin. Li gor agahiyan dema xwepêşanderan xwestine çalakiya xwe berdewam bikin polîsan midexale kirine û 83 kes desteser kirine û hejmarek xwepêşander jî birîndar bûne.
Bûyera Enes Kara
Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, xwendekarê zanîngehê yê bi navê Enes Kara ji ber zextên li beşeke navxweyî ya taybet (yûrd) a cemaetekê dawî li jiyana xwe anîbû. Enes Kara piştî li ser sosyal medyayê behsa zextên li ser xwe kir, dawî li jiyana xwe anîbû.
Enes Kara di vîdeo de dibêje, bi zexta malbata xwe li beşekî navxwe yê cemaetekê dimîne û li wê derê bi neçarî nimêjê bi wan didin kirin. Enes Kara piştî belavkirina vîdeoyê li beşa navxweyî ya lê dima dawî li jiyana xwe anîbû.