Futbolîstê Îsraîlî yê Antalyasporê hat desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvanê futbolê yê Antalyasporê yê Îsraîlî Sagiv Jehezkelê ku li ser paçika destê xwe “100emîn roja êrişa 7ê Çiriya Pêşînê” nivîsand û nîşan da hat desteserkirin.
Lîstika Antalyaspor-Trabzonsporê ya di hefteya 20emîn a Lîga Super a Trendyolê ya ku doh hat lîstin, bi 1-1 bi dawî bû.
Lîstikvanê Îsraîlî Sagiv Jehezkel piştî ku gol avêt nivîsa li ser destê xwe “100 days... 7.10.” nîşan da.
Di nivîsa de behsa 100 rojên dawî ku Hemasê 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan dest bi êrişa xwe ya li ser Îsraîlê kiriye, dike.
Antalyasporê ragihand ku Sagiv Jehezkel bi biryara lijneya rêvebir ji kadroyê hat derxistin û dê peymana wî bê betalkirin.
Jehezkelê piştî wê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve bi hinceta “teşwîqkirina gel a kîn û dijminatiyê” hat desteserkirin.