Fîdan: Amerîka di navbera YPG û Sûriyeyê de navbeynkariyê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku danûstandinên di navbera Sûriye, Amerîka û YPGyê de berdewam dikin û Amerîka di vê mijarê de navbeynkariyeke cidî dike.

Fîdan li ser Îranê jî got, "Em li dijî midaxeleya leşkerî ne."

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Stenbolê bi nûnerên dezgehên medyayî yên wî welatî û navneteweyî re civiya û mijarên di rojevê de nirxandin.

Dan û standinên Sûriye, Amerîka û YPGyê*

Hakan Fîdan diyar kir ku li ser mijara Sûriyeyê di navbera lîstikvanên herêmê de trafîkeke zêde heye û wiha got:

"Niha dan û standinên Sûriye, Amerîka û YPGyê berdewam dikin. Amerîka di vê mijarê de di nav çalakiyeke cidî ya navbeynkariyê de ye.

Gelek hevdîtin hene ku di raya giştî de nayên zanîn. Bi YPGyê re hevdîtinan dike, bi hikûmeta Sûriyeyê re hevdîtinan dike.

Hevdîtinên sê alî çêdibin, hinek caran rayedarên YPG û hikûmeta Sûriyeyê bi hev re dicivin."

"Pirsgirêkên YPGyê pêvajoyê zehmet dikin"

Fîdan îdia kir ku pirsgirêkên di niyeta YPGyê de pêvajoyê zehmet dikin û wiha pê de çû:

"Wekî ku di daxuyaniyên Ehmed Şer de jî hûn dibînin, her ku hevdîtin tên kirin derdikeve holê ku pirsgirêka niyete û pirsgirêka îradeyê heye.

Ev pirsgirêkên li aliyê YPGyê pêvajoyê dixin tengasiyê."

"Pêwendiya HSD û Qendîlê"

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî nêrînên xwe anîn zimên û got:

"Mijara pêwendiya HSDyê ya bi Qendîlê re ku car caran wekî zanyariyeke nû hatiye dîtin, bi taybetî ji aliyê hevkarên Rojavayî ve, mijareke cihê matmayîna me ye.

Ev zanyariyeke ku bi qasî 2 û bi 2 dike çar, eşkere ye. Me ji destpêkê ve gotiye ku pirsgirêka me ya herî mezin a bi HSDyê re ev e.

Eger Kurdên Sûriyeyê bi awayekî resen bicivin û tevgereke ku tenê taybet be bi Kurdên Sûriyeyê û çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê ava bikin, ev mijara navxweyî ya Sûriyeyê ye.

Lê herkes dizane ku mijar ne bi vî awayî ye. Ev rastiyeke em pir baş dizanin ew e ku ew berdewamiya rêxistineke ku li çar welatan îdiaya wê, rêxistinbûna wê û çalakiyên wê hene.

Ji ber vê yekê her kesê ku bi navê HSDyê bikeve dan û standinan, hemû alî haydar in ku bêyî wergirtina erêkirina Qendîlê, ew nayê pêkanîn."

"Eger diyalog bi dawî bibe dê hêzê bi kar bînin"

Fîdan îdia kir ku sebra rêveberiya Şamê di warê "parastina mafên serweriyê" de qediyaye û got:

"Em pêşbînî dikin ku eger iradeya li hember dernekeve holê, hikûmet dê gavên ber bi bikaranîna mafê xwe yê destûrî û serweriyê bavêje, yanî mafê dabînkirina yekîtî û nîzamê li welatê xwe bi kar bîne.

Amerîkayî jî êdî dibînin ku ew propaganda û derewên YPGyê yên bi salan e tên kirin, bingeheke wan a rastiyê nîne.

Loma bikaranîna hêzê ji aliyê hikûmetê ve di dema pêwîst de êdî ji bo kesên din nabe rewşeke nenormal, çimkî dibînin ku çareyek namîne.

Ez hêvî dikim ku negihîje wê astê û bi diyalogê çareser bibe lê dema bi diyalogê çareser nebe, ez dibînim ku bikaranîna hêzê ji bo hikûmeta Sûriyeyê vebijêrkek e."

“Em li dijî midaxeleya leşkerî ne”

Hakan Fîdan li ser rewşa Îranê û xwenîşandanên li wî welatî jî axivî û got, "Em li dijî midaxeleya leşkerî ya li Îranê ne, Îran divê pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike."

Fîdan destnîşan kir ku divê Îran pirsgirêkên xwe yên nukleerî bi rêya dîplomasiyê çareser bike da ku pirsgirêkên aborî ji holê rabin û got:

"Îran xwedî nifûseke mezin e, gelê wê dînamîk e. Nifûseke wan a sofîstîke heye ku xwestekeke pir zêde ji bo jiyan û beşdarbûna di jiyanê de heye.

Dema ku hûn wan ji hin tiştan bêpar dikin, ev cure pirsgirêk derdikevin holê.

Tiştê ku li vir tê tevlihevkirin ev e ku zehmetiyên aborî û yên din ên ku mirov pê re rû bi rû dimînin wekî serhildaneke îdeolojîk li dijî rejîmê têne pêşkêşkirin. ev bi rastî qadeke gewr e."

Fîdan her wiha bal kişand ser polîtîkayên Serokê Amerîkayê Donald Trump û got:

“Em naxwazin li vir midaxele çêbibe lê dema ku hûn li polîtîkayên Trump dinêrin, me heta niha nedîtiye ku ew pir caran serî li karanîna hêza bejahî bide."