Enqere (Rûdaw) – Polîsên tirk li Enqereyê di weşana zindî de êrişî tîma Rûdawê ya li Enqereyê kirin.
Bi helkefta 17emîn salvegera girtina rêberê PKKê Abdullah Ocalan li çend bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin.
Xwendekarên Zanîngeha Enqereyî jî li ber avahiya zanîngeha xwe bi helkefta 17emîn salvegera girtina Abdullah Ocalan çalakiyek pêk anîn.
Tîma Rûdawê jî li Zanîngeha Enqereyê çalakiya xwendekarên zanîngeha navborî rûmal dikir.
Polîsên tirk di dema weşana zindî de ji ber ku peyamnêrê Rûdawê yê li Enqereyê Şevket Herkî kurdi diaxivî êrişî wî kirin û nehîştin tîma Rûdawê weşanê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse