Siyamend Haco: Êrîşa Tirkiyê bo ser Efrînê neyasayî ye

16-02-2018
RÛDAW
Stenbol
Stenbol
Nîşan Efrîn Tirkiye Siyamend Haco
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Siyasetmedarê ji Sûriyê Siyamend Haco li Enqerê diyar kir ku çûna Artêşa Tirkiyê bo Efrînê neyasayî ye.

 

Tirkiyê plan daniye ku navê cadeya ku Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê li wê ye biguherîne û bike "Çiqlê Zeytûnê" ku navê operasyona Tirkiyê ya ser Efrînê ye û êrîşên Artêşa Tirkiyê Amerîka nîgeran kirine.

 

Ragihandina vê planê, tenê çend roj beriya serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson hat. Serdana Rex Tillerson di demekê de ye ku pêwendiyên Washington û Enqerê gihiştiye asteke nizm ku Serokomarê Tirkiyê gefên lêdana "zileyeke osmanî" li Amerîkayê dide.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dibêje ku pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê gihiştine xala werçerxan, dê yan were başkirin, yan jî bi temamî dê nemîne. Roja înê Rex Tillerson dê ligel Mevlut Çavuşoglu hevdîtinek pêk bîne, lê civîna yekem a tund roja pêncşemê ligel Recep Tayyip Erdogan bû.

 

Li Stenbolê roja çarşemê pisporên biyanî û navxweyî gotûbêja grûpên Kurdî dikirin ku hinek pirsgirêk di navbera Washington û Enqerê çêkirine. Nêrîna hin kesan ew bû ku bidawîbûna şerê DAIŞê dibe ku yeksan be bi kêmbûna giringiya şervanên YPGê bo Amerîkayê û çaverê dikin ku roja pêncşemê Tillerson zêdetir daxwaza sebrê ji Tirkiyê bikin.

 

Serokê Navenda Ewropî bo Lêkolîna Kurdî Evan Savelsberg ji Rûdawê re ragihand: “Amerîka heta radeyekê bi awayekî gelek serkeftî şerê dijî Dewleta Îslamî encam da. Niha ti sedem nemane, çima divê dîsa hevpeymana rêxistineke gerîlayî bibin ku dijminê Tirkiyê ye. Êdî ji bo vî karî ti sedem tine ye.”

 

Siyasetmedarê ji Sûriyê Siyamend Haco li Enqerê ji Rûdawê re diyar kir:”Çûna Artêşa Tirkiyê bo Efrînê neyasayî ye, ji ber ku Sûriye jê daxwaz nekiriye û YPG jî ji Kurdistana Sûriyê êrîş nekiriye ser Tirkiyê. Herwiha Neteweyên Yekbûyî ji bo êrîşê rê nedaye Tirkiyê, ji ber van sedeman derbasbûna Tirkiyê bo Efrînê neyasayî ye.”

 

Tiştê ku Amerîka naxwaze biqewime ew e ku hêzên Tirkiyê êrîşên xwe yên ser YPGê dirêj bike bo Minbicê ku bi sedan leşkerên Amerîkayê têde ne. Tirkiye gefan dixwe ku dê biçe Minbicê. Hinek dîplomatên berê û endamên Kongresa Amerîkayê ji Tillerson daxwaz kirine ku li Sûriyê sînorek li hember Tirkiyê deyne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst