Mehmet Agar Wezîrê nû yê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ziyaret kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê berê yê Karên Navxwe û Dadê yê Tirkiyeyê Mehmet Agar, Wezîrê nû yê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî ziyaret kir.

Mehmet Agarê ku yek ji navên nîqaşbar ên salên 90î ye, Mustafa Çîftçiyê ku bi biryara Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wekî Wezîrê Karên Navxwe hat erkdarkirin ziyaret kir.

Serdana Agar a ji bo Mustafa Çîftçî di raya giştî de deng veda.

Mehmet Agar di Doza Susurlukê de hatibû darizandin û navê wî bi gelek “kuştinên kiryar-nediyar” ên salên 90î re derbas dibe.

Mustafa Çîftçî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî spasiya Agar kir û got:

"Ez ji bo serdana nazik û bixêrhatinê spasiya Wezîrê berê yê Karên Navxwe û Dadê Birêz Mehmet Agar dikim ku sala 1992yan Parêzgarê Erziromê jî bû."