Efkan Ala: Rapora Komîsyonê dê di demeke nêzîk de were eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Efkan Ala ragihand ku di îstiqamet û biryardariya wan a di pêvajoya çareseriyê de ti guman û pirsgirêk nînin.

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala got, "Înşallah ev mesele dê di demeke kurt de were çareserkirin û encama wê dê di berjewendiya 86,5 milyon welatiyên me de be."

Efkan Ala li ser pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurdan ji medyaya Tirkiyeyê re axivî û bal kişand ser girîngiya çareseriyê.

'Armanca me aştî û biratî ye'

Efkan Ala diyar kir ku armanca wan a di pêvajoyê de ew e ku xelkê Tirkiyeyê di nava aştî û biratiyê de bijî û got:

"Pêşhatên gelekî girîng çêdibin û pêvajo li ser rêyeke rast dimeşe.

Dê ev pirsgirêk wekî ku em dixwazin û bi derfeteke mezin were çareserkirin û bigihêje wê encama ku di berjewendiya 86,5 milyon welatiyên me de ye."

Efkan Ala destnîşan kir ku di rêyeke wiha girîng de dibe carinan hinek astengî an jî provokasyon derkevin.

Ala li ser astengiyan wiha peyivî:

"Dibe ku di rêya çareseriyê de hinek pirsgirêk çêbibin.

Divê mirov li hemberî provokasyonan baldar be.

Dibe ku hinek derengketin an jî lezkirin hebin lê di îstiqametê de ti guman nînin.

Her pirsgirêka ku derdikeve, em bi hewldaneke zêdetir çareser dikin û rêya xwe didomînin."

Rapora Komîsyonê li benda eşkerekirinê ye

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê da zanîn ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê xebatên xwe bi dawî anîne û niha li ser raporê dixebite û anî ziman:

"Ez hêvî dikim ku di rojên pêş de rapor bêyî pirsgirêk ji bo raya giştî were eşkerekirin.

Di warê diyalog û axaftinê de ti pirsgirêk nînin.

Mekanîzmaya çareserkirina pirsgirêkan hatiye bipêşxistin."

Banga piştgiriyê ji bo welatiyan

Efkan Ala bangî welatiyan kir ku piştgiriya pêvajoyê bikin û got:

"Divê welatiyên me dilrehet bin. Pêwîstiya me bi piştgiriya wan heye.

Divê pirsgirêkên biçûk an jî hinek astengî me ji rêya me venegerînin.

Eger em ji ber astengiyên biçûk bi paş de gavan bavêjin, dê yên ku astengiyan derxin her tim hebin.

Em bi gavên ewle ber bi armancên xwe ve diçin."