Heyeta DEM Partiyê dê sibe bi Ocalan re bicive
<ms-cmark-node><ms-cmark-node>Hewlêr (Rûdaw)</ms-cmark-node></ms-cmark-node> - DEM Partiyê ragihand ku Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo ku bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike dê sibe biçe Girava Îmraliyê.
Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê, şandeya ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol pêk tê dê sibe li giravê hevdîtinan bike.
Ev hevdîtin di demeke wiha de tê kirin ku xebatên rapora "Komîteya Pêvajoyê" ya li Parlamentoyê tê meşandin gihîştine qonaxa dawî.
Tê payîn ku hûrgiliyên zêdetir ên derbarê hevdîtinê de piştî serdanê bi raya giştî re werin parvekirin.