Navenda Nûçeyan – Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê derbarê Osman Ocalan ku berê revebirekê PKKê bû, bultena sor derxist.
Li gorî nûçeya rojnameya Sabahê Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ji bo birayê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan ku beriya 12 salan ji PKKê veqetabû bultena sor derbixe û wî radestî Tirkiyeyê bikin, tevdigere.
Rêveberiya Giştî ya Pêwendiyên Derve û Hiqûqa Navneteweyî ya bin bane Wezareta Dadê de ji Serdozgeriya Amedê xwestiye ku derheqê Osman Ocalan de daxwazanameyek a radestkirina wî û herwiha ji bo bultena sor belgeyan amade bike.
Serdozgeriya Amedê jî derbarê Osman Ocalan de ji ber 8 tawanên cuda fermana girtina wî, forma bultena sor û 5 rûpel daxwazanameyek a radestkirina wî amede kir û bo Rêveberiya Giştî ya Pêwendiyên Derve û Hiqûqa Navneteweyê şand.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse