Erdogan careke din gef li welatên Ewropî xwar
Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê daxwaz ji welatên rojavayî kir ku ji bo bidawîkirina şerê navxwe yê Sûriyê alîkariya wan bikin û got 3 bijarde li ber wan hene.
Serokomomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di gotarekê ku bi boneya 10emîn salvegera şerê navxwe yê Sûriyê ji aliyê malpera Bloombergê ve hatiye belavkirin, behsa kîrza Sûriyê, mijara koçberan û hewlên bo çareseriyê kir.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje, wan bi destêwerdanên leşkerî canê bi milyonan kesan li Sûriyê rizgar kirine û divê welatên rojavayî jî piştevaniya pêwîst pêşkêşî Tirkiyê bikin.
Li gor Erdogan rêya herî rast a bidestxistina aştî û aramiyê bo Sûriyê ji Enqerê re derbas dibe, lewra rola Tirkiyê ya li Sûriyê roleke serkeftî bûye û “bi hewlên leşkerî yên Tirkiyê, welatên rojavayî jî ji terorê hatine parastin.”
Di derbarê penaberên Sûriyê de jî Erdogan got, niha 3 bijarde li pêşiya welatên rojavayî hene, eger ku barê li ser milê Tirkiyê neyê sivikirin, wê pêlên nû yên koçberiyê ber bi welatên Ewrûpî ve destpê bikin.
Erdigan di wê gotarê de jî careke din bang li welatên Ewropî kir ku li dijî hêzên Kurdî rawestin û piştevaniyê bidin navçeyên ku Tirkiyê li nav axa Sûriyê dest daniye ser.