Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş derbarê pêvajoya nû ya çareseriyê de hişyarî da.
Kurtulmuş got, “Ev kar naşibe salên 2009 û 2013an. Eger em bi ser nekevin, siyaseta sivîl dê di bin wî dîwarî de bimîne û em dê vegerin rojên çalakiyên terorî.”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, doh pirsên rojnamegeran bersivandin.
Pirsên rojnamegeran yên derbarê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurdan û rewşa Abdullah Ocalan de jî hebûn.
Numan Kurtulmuş li ser guhertinên yasayî agahiyên girîng parve kirin.
“Piştî cejnê gavên yasayî dest pê dikin”
Kurtulmuş ragihand ku Komîsyona Parlamentoyê karê xwe temam kiriye û piştî cejnê dê amadehiyên yasayî werin rojeva parlamentoyê.
Numan Kurtulmuş li ser raporê ev zanyarî dan:
“Aliyê herî girîng ê raporê ew e ku hemû partiyan bi lihevkirinê teksteke hevpar amade kiriye. Ev rapor nexşerêyek e.
Ji bo destpêkirina pêvajoya yasayî, mercê sereke ew e ku yekîneyên ewlehiyê piştrast bikin ku rêxistinê çek danîne û xwe hilweşandiye.”
“Divê em her tiştî bikin da ku gelê Kurd berê xwe bide Tirkiyeyê”
Numan Kurtulmuş destnîşan kir ku armanca wan ne tenê hilweşandina rêxistinekê ye, bidestxistina dilê x Kurdan e jî û got:
“Divê em her tiştî bikin da ku gelê Kurd berê xwe bide Tirkiye, Enqere û Stenbolê.
Aqlê siyasî yê Tirkiyeyê bi welatiyên xwe yên Kurd re ti pirsgirêk nînin.
Em dixwazin qonaxa têkoşîna çekdarî ya antîdemokratîk bi dawî bibe.
Divê em gavên wisa biavêjin ku rûmeta Kurdan biparêzin û di heman demê de hesta yekparçebûnê ya Tirkan jî xurt bikin.”
“Cara yekem e mijar di zemîna parlamentoyê de ye”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê bal kişand ser cudahiya vê pêvajoyê ya ji yên berê (2009-2013) û got:
“Wê demê di nav dewletê de aqlên cuda hebûn.
Provokasyonên wekî Xabûrê, kuştina Sakîne Cansizê û belavkirina hevdîtinên Osloyê pêvajo bi jehrî kir.
Lê niha hemû saziyên dewletê di bin yek aqlî de û bi hevahengiyeke mezin tevdigerin.
Her wiha cara yekem e ku ev mijar di zemîna parlamentoyê de tê nîqaşkirin û 11 partî tê de beşdar in.”
“Projeya Îsraîla Mezin û parastina eniya navxweyî”
Numan Kurtulmuş amaje bi liv û tevgerên Îsraîlê yên li herêmê kir û got:
“Siyonîzm êdî kozên xwe yên dawî dilîze.
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê û Libnanê, guhertina rejîman, ev hemû beşek ji projeya Îsraîla Mezin bûn.
Hêza sereke ya ku dixwazin di vê projeyê de daqurtînin Tirkiye ye.
Eger em vê rastiyê bibînin, divê em eniya xwe ya navxweyî xurt bikin.”
"Mafê hêviyê û qeyûm"
Kurtulmuş li ser pirsa "mafê hêviyê" yê ji bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan jî got:
“Di pergala me ya hiqûqî de tiştek bi navê ‘mafê hêviyê’ nîne. Di raporê de jî sernavekî wisa nîne.
Dibe ku di mijara înfazê de hinek sererastkirin werin kirin lê ev karê komên partiyan e ku li ser li hev bikin.”
Kurtulmuş derbarê tayînkirina qeyûman jî diyar kir ku di raporê de pêşniyarek heye û got:
“Eger şaredarek ji kar were dûrxistin, li şûna qeyûm, bila ji nav endamên encûmena şaredariyê ya hilbijartî kesek were hilbijartin. Partî li ser vê yekê li hev dikin.”
“Ocalan dibêje têkoşîna çekdarî êdî bêwate ye”
Numan Kurtulmuş behsa gotinên Abdullah Ocalan ên derbarê bidawîanîna xebata çekdarî ya PKKyê jî kir.
Kurtulmuş li ser vê yekê wiha axivî:
“Ocalan bi xwe dibêje ku çarçoveya îdeolojîk a rêxistinê êdî nederbasdar e.
Ew dibêje ku polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê yên Tirkiyeyê nemane lewra têkoşîna çekdarî bêwate û nehewce ye.
Her wiha diyar dike ku parçebûna herêmê ne di berjewendiya Kurdan de ye.
Ya girîng ew e ku çek di mejiyan de jî werin danîn.”
“Eger ev kar bi ser nekeve em dê vegerin serdema aloziyan”
Kurtulmuş li ser egera têkçûna pêvajoyê jî hişyarî da û wiha domand:
“Ev kar naşibe hewldanên berê. Eger ev dîwar hilweşe û ev pêvajo bi ser nekeve, siyaseta sivîl dê di bin de bimîne.
Xwedê neke, eger em bi ser nekevin em dê vegerin wan rojên ku PKKyê dest bi çalakiyên terorî kiribû.
Di vê agirê herêmê de, gelek dest hene ku dixwazin benzînê bi ser agir de birjînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse