Alîkara Şaredarê Beykozê hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkara Şaredarê Navçeya Beykozê Fîdan Gul, bi hinceta “gendeliyê” hat desteserkirin.

Polîsan li mala wê û odeya wê ya li şaredariyê dest bi lêgerînê kir.

Şaredarê Beykozê yê CHPyî Alaattin Koseler û 11 kesên din 4ê Adara 2025an di çarçoveya “lêpirsîna gendeliyê” de hatibûn girtin.

Koseler ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve ji kar hatibû dûrxistin.

Di heman lêpirsînê de Alîkara Şaredarê Fîdan Gul dihat darizandin.

Derbarê Fîdan Gulê îro biryara desteserkirinê hat dayîn û polîsan bi ser mal û odeya wê ya li şaredariyê de girt.

Fîdan Gul hat desteserkirin û polîsan li mal û odeya wê ya şaredariyê dest bi lêgerînê kir.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî 19ê Adarê bi hinceta “gendeliyê” û “alîkariya PKKyê” hatibû desteserkirin û 23yê Adarê jî bi biryara dadgehê hatibû girtin.