Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qedexeya çixareyê berfireh dibe
Enqere (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyeyê û bi taybetî jî Serokkomarê Tirkiyeyê bi awayekî cidî li ser mijara kişandina çixareyê disekinin.
Di van çend salên dawî de qedexeyên li ser cihên kişandina çixareyê hatine berfirehkirin.
Niha jî Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê dixwaze kişandina cixarê li cihên vekirî yên kafe û restorantan jî qedexe bike.
Li gorî plansaziyê, dê piştî sala 2040î li Tirkiyeyê kirîn, firotin, bazirganî û kişandina çixareyê bi temamî bê qedexekirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke ji 41 xalan pêk tê, qedexeya li ser kişandina çixareyê tundtir dike.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, êdî li qadên vekirî yên kafe û restorantan jî çixare nayê kişandin.
Di heman demê de, firotina cixarê jî tê sînordarkirin û êdî çixare dê tenê bi qertê bê firotin.
"Berdena çixareyê gelekî zehmet e"
Xwediyê restorantê Mehmet Uslu derbarê qedexeyê de wiha axivî:
"Ji bo min bi şexsî qedexe baş e lê çixarekêş dê gelekî eziyetê bibînin. Ez nikarim li ser navê wan tiştekî bibêjim.
Lê nîqaşa sereke ew e ku gelo ev qedexe dibe destwerdana di jiyana xelkê de?
Berdana çixareyê gelekî zehmet e. Min 22 salan kişand û heta min berda gelekî zehmet bû."
"Dê ji bo karê me gelekî zehmet be"
Xwediyê şêranîfiroşekê Nedîma Ardanê jî got:
"Dê ji bo karê me gelekî zehmet be. Hûn dizanin, dema kesek tê û çayê dixwaze, dixwaze çixareyekê jî pê re bikêşe.
Ez nizanim em dê rêyeke çawa peyda bikin."
Wezareta Tenduristiyê plan dike ku heta sala 2040î gav bi gav çixareyê bi temamî qedexe bike.
Li gorî vê planê, dê di sala 2040î de kirîn, firotin, anîn û birina cixarê bi temamî bê qedexekirin û çixare wekî madeyeke hişber bê qebûlkirin.
"Ez guh nadim qedexeyê"
Çixarekêş Mehmet Ozakman li dijî qedexeyê derket û got:
"Ez guh nadim qedexeyê, bila min bixin girtîgehê, ez dê li wir jî bikêşim. Ez li dijî qedexeyê me.
Eger qedexe be, ez dê pelên daran bipêçim û bikêşim.
Destwerdana her tiştê me tê kirin. Ma tiştekî wiha dibe?"
"Bi nesîhet û qedexeyan nabe"
Saffet Emirogluyê ku çixare berdaye destnîşan kir ku qedexe ne çareserî ye û wiha pê de çû:
"Mijar bi qedexeyan çareser nabe. Pêwîst e çixarekêş di serê xwe de mijarê çareser bike.
Bi nesîhet û şîret û qedexeyan nabe. Min jî dikişand lê min di serê xwe de berda û xilas."
Çixarekêş Emîn Karabek jî nêrîna xwe wiha anî zimên:
"Min jî di televîzyonê de dît, dibêjin wê sala 2040î bi temamî çixare qedexe be. Dibe bê qedexekirin. Yê ku nakêşe ji xwe nizane çi ye.
Yê ku dikêşe jî ji bo keyfa xwe li kêleka çayê dikêşe. Lê ez bawer nakim karibin qedexe bikin."
Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm ji sedî 25 heta 27ê xelkê cixarê dikişîne û salane derdora 100 hezar kes ji ber nexweşiyên çixareyê canê xwe ji dest didin.