Cezayê li Yuksekdag hatibû birîn hat erêkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Cezayê girtîgehê yê li hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag hatibû birîn, ku salek û 15 roj bûn hat pesendkirin.

Daîreya Cezayê ya 2mîn a Dadgeha Edliye ya Herêmê li Edeneyê, sal û 15 roj cezayê girtîgehê yê ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" li hevseroka berê ya HDPê Figen Yuksekdag hatibû birîn, erê kir. 

Ew cezayê Yuksek ji ber axaftina wê ya di sala 2016an de li Mêrsînê di Kongreya HDPê de, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kiriye hatibû birîn. 

 Figen Yuksekdag ji 4ê Mijdara 2016an ve hatiye desteserkirin.