VÎDEO - Rûdaw li nav Enqerê bi weşana zindî rûmala darbeyê dike

Enqere (Rûdaw) – Xelk li bajarê Enqerê yê paytexta Tirkiyê li dijî darbeya leşkerî derketine ser cadeyan û kamêraya Rûdawê jî li Enqerê di nav xelkê de geriya û nêrîna wan wergirt.

 

Piştî ku îşev beşek ji leşkerên Artêşa Tirkiyê dest bi hewleke darbeya leşkerî kirin û tank û otomobîlên zirhî û hejmareke zêde ya leşkeran li cade û cihên giring ê Eneqere û Stenbolê hatin bicihkirin.

 

Li ser banga Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdohan bo derketina xelkê, hejmarek ji welatiyên Tirkiyê li hemberî darbeya leşkerî li çend bajarên Tirkiyê yên weke Stenbol, Enqer, Îzmîr û Dîlok derketin ser cadeyan.

 

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Şewket Herkî li Enqerê rûmala bûyerên li vî bajarî kir.