Li ser TRTê daxuyaniyê darbeya hat xwandin

Navenda Nûçeyan – Piştî aloziyên îşev ên li Enqere ya paytexta Tirkiyê û Stenbolê, li ser televizyona fermî ya dewleta Tirkiyê, daxuyaniya darbeyê hat xwandin.

 

Di daxuyaniya darbeyê de hat gotin, ku Artêşa Tirkiyê dest daniye ser hemû saziyên dewletê û karkirin bi destûra welat dae sekinandin.

 

Herwiha hat gotin, ku li seranserê welat rewşa awarte û qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

 

Di daxuyaniyê de amaje bi wê hat kirin, ku rêveberiya niha ya hikûmetê û Serokomar bingehên komarê û layîsmê, mafên mirovan û demokrasî binpê kirine, lewma wan dest danîne ser rêveberiya hikûmetê.