FLAŞ - Êrişî Koşka Serokatiya Tirkiyê kirin
Navenda Nûçeyan – Li Enqerê leşkeran êrişî Koşka Serokatiya Komara Tirkiyê kirin û di navbera pasevn û hêzên ewlehiyê yên parêzerê û leşkerên Artêşa Tirkiyê de şer derketiye.
Li gorî agahiyan, li derdora avahiya Îstîxbarata Niştîmaniya Tirkiyê (MIT) şer heye û dengê çekan bi giranî tê bihîstin.
Herwiha li gorî zanyariyên ji torên civakî hatine belavkirin, leşkeran êriş Koşka Serokatiya Komara Tirkiyê kirin û di navbera pasevanên koşkê û leşkeran de şer derketiye û dengê çekan tê bihîstin.
Herwiha çend vîdyo û wêne jî li ser torên civakî hatine belavkirin, ku dengê çekan li derdora Koşka Serokatiya Tirkiyê tê bihîstin.
Agahî tên..