Li ser rêya Enqere-Stenbolê qeza: 5 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Enqere-Stenbolê 3 otomobîl li hev qelibîn û di qezayê de 5 kes bi giranî birîndar bûn.
Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk ragihand ku îro li ser rêya Enqere-Stenbolê, 65 kîlometreyan dûrî Enqerê qezayek çê bû.
Li gorî peyamnêrê Rûdawê ku ji cihê qezayê ragihand, di bûyerê de 3 otomobîl li hev qelibîn ku yek ji wan bi plaqeya 72 AAS 078 ye.
Rawîn Stêrk da zanîn ku di bûyerê de 5 kes bi giranî birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên cuda.