Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku di serkeftina pêvajoya çareseriyê de gumana wan nîne.
Erdogan her wiha amaje bi wê yekê kir ku eger pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve dê li Tirkiyeyê serdemeke nû dest pê bike.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Enqereyê axaftinek kir û beşek ji axaftina xwe ji bo pêvajoya çareseriyê veqetand.
“Dê aramî pêk were”
Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku eger şerê di navbera artêşa welatê wî û gerîlayên PKKyê de bi dawî bibe, dê aramî li Tirkiyeyê pêk were.
Bi gotina Erdogan, eger pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve, dê di warên wekî parastin, aborî, ewlehî, siyaseta navxwe û derve de li Tirkiyeyê serdemeke nû dest pê bike.
"Baweriya me bi biratiya me ya hezar salî heye”
Serokkomarê Tirkiyeyê tekezî li ser wê yekê jî kir ku bi piştgiriya xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dikarin bêyî ti gumanan pêvajoyê bi ser bixin û got, "Baweriya me bi biratiya me ya hezar salî heye.”
30 gerîlayên PKKyê 11ê Tîrmehê di merasîmekê de li Şikefta Caseneyê ya Silêmaniyê de çekên xwe danîn ku Hevseroka Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat jî yek ji wan bû.
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bi mebesta serxistina pêvajoya çareseriyê ya vê carê, 27ê Sibata îsal daxwaz ji PKKyê kiribû ku kongreyê li dar bixe û xwe fesix bike.
PKKyê di navbera 5-7ê Gulana îsal de, kongreya xwe 12emîn li dar xist û biryara bidawîanîna li têkoşîna çekdarî û xwefesixkirinê da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse