Nêrîna xelkê Tirkiyê li ser şandina penaberên Sûriyê

Stenbol (Rûdaw) - Hebûna penaberan li nava Tirkiyê her ku diçe dibe sedema pirsgirêkên zêdetir û dijayetiya li hemberî penaberan gihîştiye asta êrîş û talankirina mal û dikanên wan.

Piraniya welatiyên Tirkiyê, eşkere û zelal didin zanîn ku ew êdî penaberan naxwazin. Bi taybetî koçber û penaberên Sûrî di van demên dawî de ji tirsa pir ji malên xwe dernakevin. Metirsiya li ser wan li hemû bajaran berdewam e.

Dijayetiya li hember penaberan a li Tirkiye metirsiyê kûr dike û herî dawîn li Enqere mal û dikanên wan hatin talankirin.

Li gor Îpsosê ji sedî 75ê xelkê daxwaza girtina sînoran dike.

Peyamnêrê Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk nerîna xelkê Tirkiyê li ser şandaina penaberên Sûriyê wergirt û ew herdu pirs kirinr: Nêrîna te di derbarê helwesta li hember penaberan de çi ye? Hejmara penaberan bi giştî bûye zêdetir ji 5 milyon kes qeyrana aborî dijiyatiya li hember penaberan zêde dike hikumet di polîtîkaya koç û koçberiyê de bi giranî tê tawanbarkirin bi raya te polîtîkaya hikumetê çawa ye û divê çi bê kirin?

Xanenişîn Nihat Kutlu got: “Ger mirov fêrî pêkve jiyanê bibe ti kêşe çênabe. Lê eger yek li yê din zorê bike û beşdarî tiştên nebaş bibe û aramiya xelkê têk bibe dê ew tişt bibin. Ewana teqez dibin. Ez gelek xelet dibînim polîtîkaya dewletê. Nizanim di binî de çi heye lê bê program û bê plan hatine vir. Bi qasî ku zanim wiha ye. Dema karek bê plan û bê program be jî her tim di dawiyê de xeletiyên wiha çêdibin.”

Mamosteya bi navê Gulten Bal jî got: “Ez naxwazim ku ew li vî welatî nefesê jî bistînin. Eger ji destê min bê, çawa Ataturk hemû dijmin avêtin behrê ezê jî wisa bikim. Ez nefret dikim. Nikarim hilma xwe bistînim. Mêrik li xwe kiriye weke kefenekî sipî, di binî de kîlotê wî xuya dibe. Bila hemû herin yek nemîne. Tenê ji bo zayînê hatine. Salê carekê zarokekî tînin. Ji destên wan bê dê şeş mehan carekê zarok bînin. Hikumet divê van wernegire. Ew jî plana hilbijartinan dikin. Hemuyan nasname danê da deng bi kar bînin. Ew jî xelet e. We di dîrokê de hîç dîtiye ku ereban alikariya me kirine û bûne dostên me. Her tim ji piştê re li me xistine. Di şerê rizgariyê de jî wisa kirin.”

Karsazê Kurd Ayhan Demek jî got: “Kurmanc bila bimînin, lê bila Ereb herin. Ji ber ku ereban neheqiyek mezin li Êzdiyan kirin. Ew du sed sal in Ereb, Tirk û Faris neheqiyê li Kurmancan dikin. Hikûmet çi bike. Hikumet nikare tiştekî bike. Wan jî her tişt bi nava hev xistine. Nizanin çi bikin. Ez bawer dikim ku Erdogan ne mêrikekî xirab e lê dikare çi bike.”

Geştyar Servet Pehlîvan jî got: “Ez li welatekî gelekî demokrat dijîm. Li Holandê dijîm. Ew bi temamî polîtîkayeke dewletê ye. Ewqas pîsî beriya ku neyê entegrekirin bera nava civakê dan. Li Holanda jî kamp hene û salekê penaber têne entegrekirin ger nebû dişînin. Eger tu ewqas kesan bêyî ku entegre bikî çawa bera nava civakê didî. Ji ber ku ew sed sal li dûv me ne. Ji hêla mêjî û fizîkî ve. Divê weke Holanda bike. Weke Almanya bila bike. Bila hemûyan li nava daristanan zindanî bikin eger bû bû nebû jî bila bişîne eger ne ew bûyer dê bibin.”