Li Balikesîrê erdhej çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sindirgiyê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkiyeyê erdhejeke bi hêza 4,3 pileyan çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Sindirgiyê ya Balikesîrê erdhejekê rû da.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 13:13an çêbûye û hêza wê 4,3 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye.
Heta niha li ser hebûn an nebûna zererên erdhejê tiştek nehatiye gotin.