Ayşegul Dogan: Destkeftiyên Kurdan ne xeter, firset in

15-08-2025
Nîşan Ayşegul Dogan DEM Partî Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê siyaseta Tirkiyeyê ya Sûriyeyê rexne kir û got, zimanê Fîdan li dijî ruhê pêvajoyê ye.

Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Doganê li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û siyaseta Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan a li hemberî Rojavayê Kurdistanê rexne kir.

Ayşegul Doganê got, "Destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne xeter in û berovajî wê dikarin bibin derfet."

Berdevka DEM Partiyê eşkere kir ku nêzîkatiya partiya wan li ser Sûriyeyê zelal e û got, "Em dibêjin divê Tirkiye di lêgerîna çareseriyê de, bi Kurdên Sûriyeyê re di nava lihevkirineke dîrokî û mayînde de be.

 Ji ber vê yekê, destkeftiyên gelê Kurd li Sûriyeyê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî, ji bo Tirkiyeyê ne xetere ye û dikare veguhere derfetekê."

"Zimanê Fîdan fermanî ye"

Doganê daxuyaniyên Hakan Fîdan bi bîr xist û gotina Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan a “Bi qasî ez dizanim Hakan Fîdan di kabîneya Sûriyeyê de cih nagire” wekî mînak nîşan da.

Ayşegul Doganê anî ziman ku zimanê Fîdan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye û got: "Ev quretî û fermanî tenê dikare destê dijberên pêvajoya çareseriyê xurt bike.

Em bangî wî dikin ku dev ji vî zimanî berde. Pêdiviya me bi zimanekî ku li çareserî û aramiyê digere heye, ne zimanekî ku aloziyê zêde dike."

"Bendewariya gel ji komîsyonê zêde ye"

Berdevka DEM Partiyê bal kişand ser civîna sêyemîn a komîsyona çareseriyê û diyar kir ku bendewariya gel ji komîsyonê gelekî zêde ye.

Wê got, "Ji bo ku komîsyon bigihîje armancên xwe, divê zemîneke wê ya yasayî hebe û bi sererastkirinên hiqûqî were destekkirin. Ev yek ji bo wekhevî, edalet û azadiyê pêwîst e."

Doganê da zanîn ku komîsyon dê hefteya bê dest bi guhdarkirina derdorên civakî bike û wiha got:

"Di pêvajoya pevçûnan de gelek kes li Tirkiyeyê jê bandor bûn. Va ye dê li gotin û tecrûbeyên wan bê guhdarîkirin ku ev gelekî bi qîmet e."

Doganê di destpêka axaftina xwe de bertek nîşanî operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî da û ev yek wekî “mudaxileya li dijî îradeya gel" bi nav kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst