Parêzerên Ocalan diçin Îmraliyê

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerên Abdulah Ocalan ji bo hevdîtinê ber bi Girava Îmraliyê bi rê ketin.

Parêzerên Ofîsa Hiqûqê ya Sedsalê îro ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê bi rê ketin.

Di şandeya parêzerên Ocalan de Cengîz Yureklî, Raziye Ozturk û Îbrahim Bilmez cih digrin

Herî dawî 7ê Tebaxa 2019an Newroz Uysal Aslan û Rezan Sarica wekî parêzerên wî li Girava Îmraliyê li gel Abdullah Ocalan hevdîtin kiribû.

DEM Partî di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de ji hikûmetê daxwaz dike ku parêzer û aliyên cuda yên civakê li Giravê Îmraliyê li gel Ocalan bicivin.

Tê çaverêkirin di rojên pêşiya me de çend endamên Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê jî bi Ocalan re hevdîtinê bikin.