CHPya ku bi qeyûm re rûbirû ye dê çawa tevbigere?

Enqere (Rûdaw) - Doza derbarê betalkirina 38emîn Kongreya partiya mixalefeta sereke ya CHPyê, li Dadgeha Asliyeya Hiqûqê ya Enqereyê bi rê ve çû, lê di dozê de biryar nehat dayîn.

Doz ji bo 24ê Çiriya Pêşînê hat bipaşxistin lê CHP ji bo hemû senaryoyan li ser xet e.

Li Navenda giştî ya CHPyê, di egera betalkirina kongreyê û danîna qeyûm de liv û tevgerdarî zêde bû û tedbîrên berfireh hatibûn wergirtin.

Dema ku biryara bipaşxistinê hat dayîn, CHP jî bi serokatiya Ozgur Ozel, di civîna Lijneya Birêvebiriya Navendî de bû.

Li gorî berpirsên CHPyê dadgeh teqez kiriye ku ev doz bêbingeh û hiqûqî ye.

"Ti bingeha hiqûqî ya vê dozê tunebû"

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Burhanettin Bulut li ser dozê wiha got, "Jixwe tu bingeha hiqûqî ya vê dozê tunebû.

  di vê rûniştinê de me dît ku pirsgirêka qeyûm êdî ji holê rabûye. Lewra dadgeh destûra danîna tevdîrê neda.

Dibe ku dadgeh di 24ê Çiriya Pêşînê de biryareke wiha bide. Lê bi kongreya me ya awarte ev biryar jî bê hikim dimîne."

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê û endamê Komîsyona Pêvajoya Çareseriyê Murat Bakan, piştî biryarê ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku yek ji armancên desthilatê ew e ku CHPyê ji maseya aştiyê dûr bixe.

"Bêyî dadperwerî û demokrasiyê pirsgirêk nayên çareserkirin"

Murat Bakan wiha pê de çû:

“Li Tirkiyeyê bêyî dadperwerî demokrasî, bêyî demokrasiyê jî ti pirsgirêk nayên çareserkirin. Pirsgirêka Kurdan jî pirsên din jî di nav de ye.

Desthilat dixwaze ku bi van kiryaran CHP bibêje, ‘bi desthilatê re li ser maseyê nayê rûniştin û tiştek nayê çareserkirin’ û li ser masê rabe.

Lê em wisa li meseleyê nanêrin. Em dibêjin rêya rewa ya çareseriyê siyaset e.”

Li siyaseta Enqereyê û di nav CHPyê de tê gotin ku , îradeya siyasî ji ber helwesta mixalefeta civakî û ji ber sedemên aboriyê biryara betalkirina kongreyê neda û dozê bi paş xist.

"Mizakereyên siyasî dê zêde bibin"

Rojnameger Îsmail Saymaz nêrînên xwe wiha anîn zimên, "Wê doz piştî meh û nîvekê bê dîtin.

Li gorî min wê di vê heyamê de dijberiya siyasî kêm bibe, mizakereyên siyasî dê zêde bibin û ji birêvebiriya CHPyê re jî derfet çêbibe.

Ji loma jî bi min, wê dadgeh dozê ji esasî red bike û daxwazên tevdîran jî paşve vegerîne.”

Daxwaza dozdaran ku dixwast dadgeh wekî tevdîr serok û rêveberiya heyî ya CHPyê ji kar dûr bixe û serokê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu wek serok bê erkdarkirin, bo cara 10an hate redkirin.

Partiya damezirîner a Komara Tirkiyeyê CHP, di salvegera xwe ya 102yan de bi operasyon û krîzeke mezin re rûbirû ye.

Ji aliyekê ve beriya demekê kurt li ser serokbajariya CHPyê ya Stenbolê qeyûm hatiye danîn, ji aliyekê ve operasyona desteserkirin û girtina şaredarên CHPyê dewam dikin, ji aliyeke din ve jî hêj eger heye qeyûm li ser navenda CHPyê bê danîn.

Ji loma jî CHPyê biryar da ku di 21ê Îlonê de biçe kongreya awarte û car din nexweşerêya xwe ya siyasî diyar bike.