Parêzerên Ocalan bi wî re civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerên Rêberê PKKyê Abdulah Ocalan çû Girava Îmraliyê û bi wî re civiyan.
Parêzerên Ofîsa Hiqûqê ya Sedsalê îro ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çûn Girava Îmraliyê.
Parêzerên Ocalan piştî 5 salan, li Girava Îmraliyê wî re hevdîtinek pêk anîn.
Di şandeya parêzerên Ocalan de Cengîz Yureklî, Raziye Ozturk û Îbrahim Bilmez cih girt.
Ofîsa Hiqûqê ya Sedsalê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ragihand ku parêzerên wan ji Girava Îmraliyê vegeriyan.
Li gorî daxuyaniyê parêzeran her wiha bi girtiyên din Hamilî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Mahmut Yamalak û Ergîn Atabey re jî hevdîtin kir.
Herî dawî 7ê Tebaxa 2019an Newroz Uysal Aslan û Rezan Sarica wekî parêzerên wî li Girava Îmraliyê li gel Abdullah Ocalan hevdîtin kiribû.
DEM Partî di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de ji hikûmetê dixwaze ku parêzer û aliyên cuda yên civakê li Giravê Îmraliyê li gel Ocalan bicivin.
Tê çaverêkirin di rojên pêşiya me de çend endamên Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê jî bi Ocalan re hevdîtinê bikin.