Stenbol (Rûdaw) – Rojeva îro ya rojnameyên Tirkiyê, qedexetîya weşanê li ser teqînên Enqerê, daxuyaniya Dawûdoglû li ser " hevkariya DAIŞ û PKKê" ji bo vê teqînê û hinek mijarên din in.
HURRIYET
-Qedexetiya weşanê…
Serdozgeriya komarî ya Anqara ji dadgeha sulhê xwest ku her cûre weşan û nivîs û şîroveyên derbarê teqîna Anqara de bên qedexekirin, heta rapirsî bi encam tê.
MILLIYET
Bazara li ser penaberan…
Niha jî penaber wek gef tên bikaranîn. Yekîtiya Awrûpa ji bo vîzaya li ser Tirkiyê, kêşeya penabertiyê wek merc danî. Tirkiyê ji Yekîtiya Awrûpa daxwaza rakirina vîzayê kiribû ji bo welatiyên xwe, daku li gel wan hevkariyê bike ji bo plansaziya li ser derbasbûna penaberan. Awrûpa li hember vî şertî, ew yek danî eger derbasbûna penaberan bo Awrûpa kêm bibe, hingê dê harîkariya Tirkiyê bikin.
VATAN
-Awrûpa berî serdana Merkel, karta vîzayê danî ber Anqara.
-Dawûdoglu, ji Reutersê re got, ew mîlîtan li Sûrî perwerdahî wergirtine. Di teqîna Anqara de hem li ser PKKê hem li ser DAIŞê delîl hene li ber destê me.
TARAF
-Vaye ev in kujer…
Kujerên teqîna Anqara herdû jî di wê lîsta ku radestî dewletê bibûn de hebûn. CHP ev herdû nav, Yûnûs Alagoz û Omer Deniz Dundar, di lêpirsîna Sirûcê de dabû dewletê.
- Nabe ji vî bajarî deng derkeve ji bo HDPê. Waliyekî bajarekî, qeymqaman li hev kom kir, ji wan xwest ku gazî muxtaran bikin û ji wan bixwazin ku nehêlin deng bên dayîn bo HDPê.
CUMHURIYET
DAIŞ dema xwe li nav Tirkiyl bi rêkxist, Tirkiyê xwe li nedîtî danî.
2 meh in li Tirkiyê operasyon nayên pêk anîn li hember DAIŞê, nêzîkî 10 hezar cîhadîst hene li Tirkiyê. Derdê Anqara û daxistina Esad kir ku Anqara ji cîhadîstan re bû binke.
- Ew du kesên ku bi Tweetekê gotibûn dê bombe li Anqara biteqe, hatin girtin. AA radigihîne ku kesên nêzîkî PKKê ne.
TURKIYE
-Hevkariya bêbext…
PKK rê nîşan da DAIŞ lê da. Dawûdoglu, nîşaneyên hevkariya vê teqînê bi delîlan li ber destê me ye ku hevkariya herdû rêxistinan nişan dide.
SABAH
Tifaqa DAIŞ û PKKê ya xerab…
- Wezareta derve ya Tirkiyê gazî hempayên xwe yên Rûs Û Amerîkî kirin û gotin wan ku ji helwesta wan ya li hember PYD ne razî ne. Tirkiye, PKKê û PYD bi heman tiştî dizane.
YENİ ŞAFAK
Dawûdoglu; emê 66 hezar zarokên penaberên ku li kampan hatin dinê nedin destê zaliman. Ew zarok welatiyên Tirkiyê ne êdî.
- Di teqîna Anqara de hevkariya PKK û DAIŞê…
- Li Sûrî amadekariya şerrê bejahî. Îran bi hezaran leşkerên xwe şandin nav axa Sûrî.
GUNDEM
-Faîl, DAIŞ û Seray e…
Kujerên teqîna Anqara birayê kujerê teqîna Pirsûsê derket. Bavê Omer Dundar got, min giliyê kurê xwe kir ku wî bigrin, dewletê ew serbest hêla.
- Bombevan serbest in, hevserok tên girtin. Endamên çeteyên DAIŞê serbest digerin lê ji tîrmehê ve 17 hevserokên HDPyî bê sebeb hatin girtin.
- Salih Muslim; eger Tirkiye êrîşî me bike emê jî xwe biparêzin. 50 ton harîkriya leşkerî hat ji bo me, operasyonên li Cerablûs û Raqqa li rojevê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse