Li Stenbolê teqîn: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tuzlayê ya Stenbolê li tersaneyekê di keştiyeke ku dihat temîrkirin de teqînek çêbû û di encamê de karkerek mir û 4 jî birîndar bûn.

Li Tersaneya Torlakê ya li taxa Aydintepeyê ya navçeya Tuzlayê ya Stenbolê, di dema temîrkirina tupê karbondîoksîtê yê keştiyekê de teqîn çêbû.

Li ser agahdarkirinê gelek polîs, tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê, AFAD û UMKEyê çûn cihê bûyerê.

Tîman diyar kir ku di teqînê de karkerek miriye û 4 karkerên ku ji ber gazê bi jehrê ketine jî birine nexweşxaneyê.

Xebatên tîman ên li cihê bûyerê didomin.

Serdozgeriya Komarî ya Anadoluyê derbarê teqînê lêpirsîn da destpêkirin.