DEM Partiyê bersiv da ÎYÎ Partiyê

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê bersiv da gotinên Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu ku gotibû, "Qeşmer, bêar, bêrû, dûvikên rêxistina terorê."

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li hesabê xwe yê Xê bersiv da Dervîşoglu.

Ayşegul Doganê, Dervîşoglu wekî "Bazirganê hesasiyeta neteweyî" bi nav kir.

Doganê got, "Hûn bazirganên 'hesasiyeta neteweyî' ne. Xwîn, şer, mirin pisûlaya we ye.

Hûn ew gelên belengaz in ku bi şer xwe xwedî dikin û difikirin ku ew serfirazî ye.

Hûn tirsonek in ku hîs dikin aştî mimkin e. Her ku tirsa we zêde dibe, nefreta we mezin dibe, maskeya we dikeve.

Em dê aştî, biratî û demokrasiyê li gel dijî derketine we jî bînin vî welatî."

Doh li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê, di navbera Alîkarê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez, DEM Partiyan û Alîkarê Serokê Parlamentoyê Pervîn Buldan de nîqaşeke tund derketibû.

Ji ber ku Buldanê gotinên Abdullah Ocalan ên ku medya rexne dikir ragihandibû, Çomez, Buldan bi "peyambira Ocalan" tawanbar kiribû û heqaret li Ocalan kiribû.

Serokê ÎYÎ Partiyê jî tevlî nîqaşan bû

Nîqaş, îro bi gotinên tund ên Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu yên di civîna koma partiya wî de berdewam kir.

Dervîşoglu wiha axivî:

"Partiya Îmraliyê û peyambirên wê jî, ji himeta xwe bêpar nahêle.

Wisa ku, ew şeqizên terorê jî, ji ber ku qaşo serterorîst ji medyayê aciz e, gefan li hejmareke kêm a rojname û televîzyonên rastîn dixwe.

Kujerekî ku 26 sal in poşman nebûye û xulamên wî, helbet dema qala mêrxasiya xwe dikin diziyên xwe eşkere dikin…

Heke hûn bipirsin, hema bêje dê bibêjin 'me 50 salan ji bo komkujiyên xwe demokrasî kir, me pereyê ku ji bazirganiya hişbirê qezenc kir jî ji bo aştiyê xerc kir'.

Ma hûn nabînin li ser kursiya meclisê? Qey qet destê vana bi terorê nebûye.

Dema ku ji kujerê 50 hezar mirovên me re dibêjin 'rêberê damezirîner', bêyî ku ti nîşana şermê bidin van tiştan dibêjin û îfade dikin ku ji bo aştî û vî welatî têkoşiyane.

Hûn dûvika siyasî ya rêxistineke terorê ne ku bûye bela serê vî miletî. Hûn bi qasî wan jî qeşmer in. Hûn ew qas bêar û ew qas bêrû ne."