Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê meleyekî ji Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Mesûd Nezerî doh li ber deriyê mala xwe di êrişeke çekdarî de hat kuştin.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, bûyer derdora saet 20:30î li taxa Îslambeyê ya Stenbolê qewimiye.
Piştî êrişê Mesûd Nezerî bi giranî birîndar bûye û li nexweşxaneyê daye.
Polîsê Tirkiyeyê derbarê bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin lê heta niha kes nehatiye desteserkirin.
Mesûd Nezerî ji bajarê Ciwanroyê yê Rojhilatê Kurdistanê bû.
Ew sala 2014an li Kirmanşanê hatibû desteserkirin û paşê 10 mehan li Hemedan û Tehranê girtî mabû.
Ji sala 2015an ve li Stenbolê dijiya û di gotar û hevpeyvînên xwe de rexne li desthilata Îranê digirtin.
Encûmena Niştimanî ya Suniyên Îranê ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê berpirsyarê sereke yê kuştina Mesûd Nezerî ye û ji hikûmeta Tirkiyeyê xwest ku kujeran desteser bike û ceza bike.
Heta niha hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li ser kuştina Mesûd Nezerî ti daxuyaniyên fermî nedane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse