Li Stenbolê skeleya metroyê hilweşiya û karker di bin de man
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Beyogluyyê ya Stenbolê, di dema rijandina betonê ya di înşaeta metroyê de skele hilweşiya û 5 karker di bin de man.
Bûyer li Kolana Meclis-î Mebusanê, li xeta metroyê ya M7ê ya li kêleka Skeleya Kabataşê qewimî.
Skeleya li qata şeşemîn a binê erdê di dema xebatê de hilweşiya.
Di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 4 karker jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê gelek ambulans, polîs û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Karkerên ku bi birîndarî hat derxistin, radestî tîmên tenduristiyê hat kirin.
Birêvebirê Tenduristiyê yê Stenbolê Abdullah Emre Guner ragihand ku dermankirina 2 karkeran li nexweşxaneyê didome.