Kabîneya Tirkiyeyê dicive: Rojev pêvajo û Sûriye ne
Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Tirkiyeyê îro li Enqereyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dicive.
Mijarên sereke yên civînê pêvajoya çareseriyê û bicihanîna "Peymana 10ê Adarê" ya li Sûriyeyê ne.
Civîna Kabîneyê, îro demjimêr 16:00an bi serokatiya Erdogan dest pê dike.
Di civînê de xalên herî girîng ên rojevê pêvajoya çareseriyê û pêşhatên li Sûriyeyê ne.
Her wiha dê xebatên "Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê" ya Parlamentoya Tirkiyeyê û pêngavên dawî yên derbarê pêvajoyê bên nirxandin.
Tê pêşbînîkirin ku AK Partî hefteya pêşiya me rapora xwe pêşkêşî Komîsyonê bike û ev mijar jî dê di civînê de were gotûbêjkirin.
Çav li ser Sûriyeyê ne
Li gel mijarên navxweyî, mijareke sereke ya civînê bicihanîna Peymana 10ê Adarê ye ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û birêvebiriya Şamê de hatibû îmzekirin.
Kabîne dê rewşa dawî ya li qadê binirxîne.
Her wiha pêşhatên herêmî, aboriya Tirkiyeyê û şerê Ukrayna û Rûsyayê jî di rojeva civînê de ne.
Tê çaverêkirin ku Erdogan piştî civînê daxuyaniyekê bide çapemeniyê û biryarên kabîneyê ji raya giştî re ragihîne.