Li Osmaniyeyê qeza: 3 mirî û 2 birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Osmaniyeyê ya Tirkiyeyê, di encama lihevxistina otomobîlekê û wesayîteke bazirganî ya sivik de 3 mirin û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Qezayê li nêzîkî gundê Kayaliyê yê li ser rêya Osmaniye û Bahçeyê rû da.
Otomobîla bi plakaya 80 AIB 231 a ku S.K.K.yê 26 salî diajot û wesayîta bazirganî ya sivik a bi plakaya 80 DM 178 a ku nasnameya ajokarê wê nehat zanîn li bin guhê hev xist.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê diyar kir ku S.K.K. û S.Ş.K.yê 26 salî yên di otomobîlê de û M.T.yê 77 salî yê di wesayîta din de li cihê bûyerê mirine.
2 kesên ku bi giranî birîndar bûbûn jî rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Osmaniyeyê.