Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser rûdanên Sûriyeyê axivî û got, "Li Sûriyeyê karê me nû dest pê dike."
Fîdan her wiha got, "Bi rûxîna rejîmê re ji bo gelê Sûriyeyê rûpeleke nû ya hêviyê vebû. Sûriyeyeke aram û dûrî destwerdanên derve, dê ji bo herêma me bibe nirxeke mezin."
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqereyê di vekirina 16emîn Konferansa Balyozan a bi temaya "Siyaseta Derve ya ku Aştî, Aramî û Refahê Hildiberîne" de axivî û vîzyona herêmî û gerdûnî ya siyaseta derve ya Tirkiyeyê vegot.
Fîdan di axaftina xwe de bi taybetî bal kişand ser serdema nû ya li Sûriyeyê û rola Tirkiyeyê û diyar kir ku wan "yek ji ezmûnên herî dijwar ên dîrokê daye."
"Em li aliyê rast ê dîrokê sekinîn"
Fîdan anî zimên ku di salvegera rûxîna desthilata Beşar Esad de Tirkiye di mijara Sûriyeyê de "li aliyê rast ê dîrokê cih girtiye" û pêvajo wiha nirxand:
"Dema em li paş xwe dinêrin, me di 15 salên dawî de li qada Sûriyeyê yek ji ezmûnên herî zor ên dîrokê da.
Me berdêla vê ya siyasî û aborî da lê me tawîz ji rûmeta mirovahiyê neda.
Di vê pêvajoyê de demên wiha çêbûn ku em bi tenê hatin hiştin û gelek welat bi rêxistinên terorê re ketin nav hevkariyên taktîkî.
Lê em ji rêya xwe şaş nebûn. Di encamê de dîrokê hukmê xwe da."
"Karê me nû dest pê dike"
Wezîr Fîdan diyar kir ku 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ji bo gelê Sûriyeyê rûpeleke nû ya hêviyê ye û wiha berdewam kir:
"Lêbelê karê me yê li Sûriyeyê bi rastî nû dest pê dike. Em bawer dikin ku Sûriyeyeke aram û dûrî destwerdanên derve, dê ji bo herêma me bibe nirxeke mezin.
Tirkiye di vê pêvajoyê de dê bi biryardarî li cem gelê Sûriyeyê yê dost û bira be."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse