Erdogan: Tirkiyeyê ji sedî 90ê biryarên DMMyê bi cih anîne
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku Tirkiyeyê ji sedî 90ê biryarên DMMyê bi cih anîne
Kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê civiya û piştî civînê Erdogan gotarek pêşkêş kir.
Erdogan eşkere kir ku ew rê nadin siyaseta nefretê û li Tirkiyeyê rêjeya bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji sedî 90 e û ev rêje ji ya welatên din zêdetir e.
Erdogan destnîşan kir ku ew bi ezmûna dîrokî siyaseta xwe bi rê ve dibin û bêyî ku cudakariyê bikin hemû kesan hembêz dikin.
Erdogan bal kişand ser rexneyên mixalefetê û got ku ew rê nadin siyaseta nefretê.
"Em 86 milyonan hembêz dikin"
Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha got,"Bi wê hêza ku em ji ezmûnên xwe yên dîrokî werdigirin, tişta ku me xurt û qewîn dike; bêyî cudahiya Tirk, Kurd, Ereb, Laz, Çerkez; Sunî û Elewî, girêdana me ya bi hev re ye.
Wekî her dem ez dibêjim, em yek in, bi hev re ne, bira ne û em hemû Tirkiye ne.
Em rê nadin kesên ku vê yekê têk bidin. Carinan jin, carinan Elewî, carinan jî birayên me yên Kurd tên armanckirin, li hemberî vê yekê em rê nadin siyaseta nefretê.
Berevajî vê yekê em dê li rêyên bihêzkirina biratiya xwe bigerin. Em bêyî ku li şêwaza jiyanê û îdeolojiya wan binêrin, 86 milyonan hembêz dikin."