Nûnerê Trump bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, li Enqereyê bi Balyozê Amerîkayê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack re civiya.

Civîn di demekê de pêk hat ku liv û tevgera leşkerî li derdora herêmên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) zêde bûye.

Li gorî daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî yê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê hatiye belavkirin, îro Yaşar Guler bi Tom Barrack re civiyaye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de Sererkanê Artêşa Tirkiyeyê Selçuk Bayraktaroglu jî amade bûye lê derbarê naveroka civînê de ti hûrgilî nehatin parvekirin.

Amerîka: Em şev û roj dixebitin

Her îro Tom Barrack li ser tora civakî ya Xê daxuyaniyek da.

Tm Barrack ragihand ku Amerîka bi hemû aliyên Sûriyeyê re pêwendiyeke nêzîk datîne û ji bo aramkirina rewşê û rêgirtina li ber zêdebûna aloziyan "şev û roj" dixebite.

HSD û maseya danûstandinan

Tom Barrack derbarê paşeroja HSDyê diyar kir ku ew kar dikin da ku her du alî vegerin ser maseya gotûbêjên yekgirtinê.

Divê were gotin ku Artêşa Ereban a Sûriyeyê hêzeke zêdetir li nêzîkî sînorên kontrola HSDyê kom kiriye.

Hat ragihandin ku ew hêz bi taybetî li navçeyên Dêr Hafir û Meskeneyê hatine bicihkirin.