Li Tirkiyeyê 60 hezar û 332 ker hene

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) amarên nû yên li ser hejmara ajelan eşkere kirin.

Li gorî amaran, di nava 20 salên dawî de hejmara keran ji sedî 81 kêm bûye û daketiye 60 hezar û 332yan.

Her wiha hejmara hêstiran jî ji sedî 83 kêm bûye û daketiye 12 hezar û 398an.

Li Tirkiyeyê hejmara hesp, ker û hêstiran ku wekî ajelên yeksim têne zanîn ji ber bipêşketina teknolojiya di çandinî û veguhastinê de kêm dibe.

Amarên berbiçav

Sala 1991ê li Tirkiyeyê milyonek û 631 hezar û 144 hesp, ker û hêstir hebûn.

Ev hejmar sala 2006an daket 608 hezar û 845an.

Beriya niha bi 20 salan 204 hezar û 352 hesp, 329 hezar û 475 ker û 75 hezar û 18 hêstir hebûn.

Sala borî hejmara hespan 65 hezar û 339, hejmara keran 60 hezar û 332 û hejmara hêstiran jî 12 hezar û 398 bû.

Ji sala 2006an ve hejmara hespan ji sedî 68, hejmara keran ji sedî 81 û hejmara hêstiran ji sedî 83 kêm bûye.

Hejmara ajelên din zêde bû

Li gorî amaran, sala borî hejmara hêştiran (devih) hezar û 55 û hejmara berazan jî hezar û 388 bû.

Bi giştî li Tirkiyeyê sala 2006an hejmara ajelên zindî 43 milyon û 232 hezar û 86 bû.

Ev hejmar sala borî gihîşt 75 milyon û 583 hezar û 303yan.

Li gorî amaran hejmara çêlekan 17 milyon û 544 hezar û 200 e.

Hejmara gamêşan 164 hezar û 785 e.

Hejmara mihan 46 milyon û 688 hezar û 813 ye.

Hejmara bizinan 11 milyon û 185 hezar û 505 e.

Ji cureyên çivîkan jî hejmara şamiyan (elok) 3 milyon û 192 hezar, hejmara werdekan 389 hezar û hejmara qazan jî milyonek û 264 hezar e.