Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan bi telefonê axivîn
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Bazanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi rêya telefonê axivîn.
Li gorî ajansa fermî ya Tirkiyeyê (AA) ku dispêre çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Tikiyeyê, Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan li ser mijarên rojane axivîne.
Heta niha Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser mijarê ti daxuyaniya fermî belav nekiriyê.
Li aliyê din, Hakan Fîdan duh li Enqereyê bi Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabit Ebasî re jî civiya bû.